KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Buroya Rewşa Awarte' agahiyên li ser xebatkarên şaredariyê xwest!
Piştî ku 4 şaredariyên DBP'yî yên li Wanê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, zext û zordariya li van şaredariyan zêde dibin. Yek ji şaredariyên nehatiye desteserkirin, lê di bin zext û zordariyê de ye Şaredariya Ebexê ye. -
'Çîroka kurê min ê bêguneh'
Dayika Sabîha got, di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kurê wê yê 13 salî Ahmet hatiye kuştin... -
Di binê çavan de îşkence li Hevşaredarê Wêranşarê kirin
Polîsên Tirk, bi gotina 'em ê bi te re baxivin' Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ê binçavkirî ji salona sporê derxistin derve û îşkence lê kirin. -
Avent têkoşîna xwe niha li nava refên gerîla didomîne
Delal Nûda Avent, ku bi salan li Colemêrgê hemşîretî kir, lê belê mafê kadro jê re nehat dayîn, têkoşîna xwe ya mafdar niha li nava refên gerîla didomîne. -
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên Îngilîz û Kanadayî eşkere kir
YPG'ê diyar kir, şervanên wan Nazzareno Antonio Tassone (Agirî Ararat) û Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) di Pêngava Xezeba Firatê de bi lehengî têkoşiyan û li gundê Cabir Xerbî jiyana xwe ji dest dan. -
Êrîşên li dijî Şirnexê komkujiya duyemîn a Dersîmê ye
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, mêtîngeriya Tirk ji sala 1925'an û vir ve dixwaze Kurdistan asîmîle bike û bike Tirk. -
KODAR: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke Îran aram nabe
KODAR'ê bal kişand ser guhertinên li herêmê dibin û destnîşan kir, eger Îran xwe nede ber çareseriya pirsgirêka Kurd, wê nikaribe qeyranan ji sînorên xwe dûr bike. -
'Ez ji bo parastina çanda xwe şer dikim'
Tevlîbûna li nava refên PKK'ê, ku weke rêya rizgariya ji nava lepên Modernîteya Kapîstalîs tê dîtin, roj bi roj zêde dibe. Em jî çîroka jiyanê ya van ciwanan diweşînin. -
Nûçegîhanê DÎHA’yê Koyûncû hat berdan
Nûçegîhanê DÎHA’yê Sebahattîn Koyûncû hat berdan. -
Helîkopterên Tirk bejahiya bajarokê Çilaxa yê Rojava bombe kirin
Helîkopterên artêşa Tirk bejahiya bajarokê Çilaxa yê Rojava bombe kir. -
Artêşa Tirk li Babê 11 kes qetil kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk îro li Babê bomberdûman kir. Di encama bomberdûmanê de ji heman malbatê 3 kes bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûne. -
Welatparêzê Kurd Gedîk hate veşartin
Welatparêzê Kurd Alî Veysî Gedîk ê ku duh li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabû, îro hate veşartin. -
Pêşmergeyên Dêrîn: Eger operasyonek li Başûr çêbibe, em ê bi gerîla re mil bi mil şer bikin
Nêzî 200 pêşmergeyên Dêrîn, têkîldarî îdîayên dewleta Tirk ên ku wê li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonê li dar bixe, li Qendîlê daxuyanî dan. -
Doza Aydogan hate dîtin: AKP li pey fêlbaziyane!
Rûniştina doza di derbarê Parlemetera HDP'ê Aydogan a girtî de hatibû vekirin, îro hate dîtin. Parlemetera HDP'ê Beştaş jî wiha got: "Bi van fêlbaziyan dixwazin li ser dosyayên amadekirî biryar bigirin û parlementeriya hevalê me rakin. -
Parlamenterê HDP’ê Pîr hat berdan
Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr ê hatibû binçavkirin, hat berdan. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanan ragihand
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) û Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) ên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Şervanê YPG’ê Osman hat veşartin
Şervanê YPG’ê Setam Osman (Egîd Dilgeş) bi merasîmek girseyî hat definkirin. -
Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin
Xwediyê Îmtiyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin/ -
Wekîlê HDP'yî Pîr hate binçavkirin
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr hate binçavkirin. -
'Em ji her eniyê ve têkoşîneke hevpar bimeşînin'
Alîkarê Hevşaredarên Dersîmê Tûnç, ku li şûna wî qeyûm hat bicihkirin, da xuyakirin ku hewl tê dayîn şaredarî bê desteserkirin. Parlamenterê HDP'ê Onlu jî got, "Divê her kes ji her eniyê ve têkoşîneke hevpar bimeşînin." -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Erîma kirin: Hejmara qurbaniyan zêde bû
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi obusan êrîşî bajarokê Erîma yê Minbicê kirin. Di encama êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 14 jî birîndar in. -
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Emniyeta Çinarê xistin
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan roja 1'ê Çileyê li dijî Emniyeta navçeya Çinarê ya Amedê çalakiyek pêk anîn. Hat gotin, çalakî li dijî 3 maşînên zirxî û polîsên li benda kontrolê hat kirin. -
Wekîlên HDP'ê li ser pêla dijwar a binçavkirinê ya li bajêr daxuyaniyek dan
Wekîlên Rihayê yên HDP’ê Osman Baydemîr û Îbrahîm Aydin têkildarî pêla binçavkirinê ya li Rihayê, ku dişibe 'Kampa Komîserhevkirinê' îro li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
HPG’ê Bilançoya Şer a 2016’an ragihand
Li gorî bîlançoya şer a HPG’ê ya 2016’an 38 jê bi rûtbe, 3404 leşker û polîs hatin kuştin. 1 balafira şer a F-16, 3 helîkoptêr û 8 tang, 166 wesayitên zirxî hatin rûxandin. Di şer de 585 gerîla jiyana xwe ji dest dan. -
Pêşmergeyên berê li dijî dewleta Tirk û Birakujiyê li Qendîlê ne
Bi sedan pêşmergeyên berê, ku dibêjin, ‘’Bila dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûr were’’ û ‘’em li Şengalê şerê Birakujî û xwekujiyê naxwazin’’ îro çûne Qendîlê û wê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.