KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Altog: Em piştevaniya Nisêbînê mezin bikin
Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Altog, nerazîbûna xwe ya li beramberî hilweşîn û talana li Nisêbînê anî ziman, xwest ku demildest dewleta Tirk dawî li vê hilweşîn û talanê bîne. -
Di Pêngava Xezeba Firatê de gaveke din a stratejîk
Pêngava Xezeba Firatê ku bi mebesta Reqqayê azad bike 4’ê Mijdarê dest pê kirî û bi qonaxa duyemîn berdewam dike, du baskên din yên operasyonê jî tevgeriyan. -
Êzîdî dîsa li ser rêya koçê ne
Derdê Êzîdiyan ku sala 2014’an ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji serî heta binî ketin nav mirin, şer û xwînê, ji Şengalê veqetiyan, bi tirsek mezin derbasî Tirkiyeyê bûn; lê li vir jî bi zilma “qeyûm” re hevrû bûn, neqediyaye. -
Ji pêşmergertiyê ber bi gerîlatiyê
Şiyar Kobanê yê ku ji berxwedana gerîlayê PKK'ê bandor bû û beşdarî refên gerîla bû, got: "Di nava hêzên Kurdan de hêza ku herî zêde bi zanista netewa Kurd tevdigere PKK’e ye. Bang li ciwanên Kurd dikim, di nava refên gerîla de têbikoşin." -
Endamên PYD'ê li Strasboûrgê sala nû ya Ocalan pîroz kirin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di ziyareta nobeda Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dewam dike de, endamên PYD'ê sala nû ya Rêberê Gelê Kurd û berxwedêran pîroz kirin. -
Deriyê Akademiya Ehmedê Xanî hat mohrkirin
Akademiya Ehmedê Xanî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat girtin, îro ji aliyê tîmên darayiyê ve deriyê wê hat mohrkirin. -
AKP'ê Roboskî-Der jî girt
Hikûmeta AKP'ê, komeleya Roboskî-Der jî girt, ku ev komele ji aliyê malbatên zarokên wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da bûn, hatibû vekirin. -
Xizmên windayan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997'an de hat windakirin, pirsîn. -
KONGRA GEL: 2017 wê bibe sala berxwedan û azadiyê
Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Di sala 2017'an de em ê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û hem ji bo gelên xwe, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê serdemeke nû ya dîrokî bidin destpêkirin." -
KCD: Em hêvîdar in di sala nû de Kurd wê Kongreya Neteweyî pêk bînin
Kongreya Civaka Demokratîk bi hêviya ku di sala nû de Kurd Kongreya Neteweyî pêk bînin, sala nû li hemû gelên berxwedêr pîroz kir. -
Ji şaredariya gel ber bi wesayeta leşkerî ve: Şaredariya Xelfetî
Beriya bi hefteyekê qeyûm anîbûn ser Şaredariya Xelfetî ya DBP'ê. Piştî girtina hevşaredaran, hefteya bihurî şaredarî ji hêla qeymeqam ve hate dagirkirin û bi rêbazên rayeya leşkerî ve tê birêvebirin -
Xelîfe: 2016 bû sala ku krîza li Başûr giran bû
Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe da xuyakirin, ku di sala 2016'an de krîza li Başûrê Kurdistanê girantir bû û diyar kir, ji ber ku partiyekê qanûn tine hesiband û parlament bê kêr kir, krîz girantir bû. -
Li bajarokê Mehmûdliyê şerekî dijwar diqewime
Li bajarokê Mehmûdliyê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de heta niha gelek çete hatine kuştin. -
'Sala 2017 wê bibe sala azadiya Rêbertî û Şengalê'
Şervanên YBŞ û YJŞ'ê li refên herî pêş ên berxwedanê dest bi sala nû dikin. Şervan destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Şengalê ye û ji bo azadiya Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
Gerîlayên HPG û YJA Starê: 2017 wê bibe sala azadiya gelê Kurd
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, dewleta Tirk li pêşberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd têk çûye û gotin, sala 2017'an wê bibe sala azadiya Gelê Kurd, Ocalan û gelên Rojhilata Navîn. -
'Sala 2017'an wê bibe sala serketinê'
Sala 2016'an li Rojava bi têkoşîneke dijwar bihurî. Li dijî DAIŞ'ê û gelek komên çete yên hovane têkoşîneke mezin hate meşandin. Pêşengên vê têkoşînê jî YPG û YPJ bûn. -
Kobaniyan çar şervanên xwe spartin axê
Kobaniyan çar şervanên ku di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe dest dabûn spartin axê. -
Li Wanê bi dehan cih mîna ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatin ragihandin
Bi dehan tax û herêmên li navçeyên Elbak, Ebex, Şax, Erdîş, Payîzava, Westan û Îpekyolûyê, ji bo 15 rojan wek ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatin îlankirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yavaş hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Welat Yavaş li Amedê hat veşartin. -
Li Wanê xebatkarên şaredariyê li dijî qeyûman dest ji kar berdan
Zext heta ku her kesî bikin AKP’yî û ajantiyê li ser her kesî ferz bikin dikare bidome. -
Artêşa Iraqê taxeke din a Mûsilê kontrol kir
Artêşa Iraqê taxeke din a Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê stand. -
Li Wanê name ji Ocalan û girtiyên siyasî re hatin şandin
Endamên DBP û HDP'ê li Wanê ji Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin. -
Li dadgehê jî û di bin çav de jî êşkence!
Girtiyên ji Doza Sûrê ku li dadgehê li wan xistin, agahî hate bidestxistin ku di bin çav de jî êşkence li wan hatiye kirin. -
YPG: Ji ber êrîşa dewleta Tirk şervanekî me birîndar bû
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xaka Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ji ber êrîşa danê vê sibehê li rojhilatê Kobanê şervanekî wan birîndar bûye. -
Xeyas Surçî: Li navenda Mûsilê şer giran e
Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mûsilê de li eniyên rojhilat û rojava şerekî giran diqeqwime.