KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ferman a YNK'yî: Yên Şengal firotin, hêsan e axa Kurdistanê jî bifiroşin
Piştî Wîkîleaksê belgeyên firotina petrol herêma Kurdistanê eşkere kir Endama Sekreteriya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistanê Blêse Cefer Ferman got: “Şengal hate firotin, keçên me li bazaran hatin firotin, hêsan e ku axa Kurdistanê jî bifiroşin.” -
Şahidên bûyerê: Pekdogan ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin
Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku Pekdogan ê roja 7'ê Kanûnê hate kuştin û weke 'terorîstek bi çeka xwe mirî hat bidestxistin' di çapemeniyê de hat weşandin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye înfazkirin. -
Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin -2
Li Roboskiyê ku êş hê teze ye, rû nakenin. Dîwarên ku wêneyên kesên hatine kuştin li wan daliqandî ne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, hatine xemilandin. -
Alîkarê Hevserokên DBP'ê Seydî Firat hate girtin
Alîkarê Hevserokên DBP'ê Seydî Firat ê 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin, ji 'endametiya rêxistinê' hate girtin û ew şandin girtîgehê. -
Şaredariya Qereçobanê ji hêla qeyûm hat desteserkirin
Qeymeqam Dûran Kalkan wek qeyûm tayînî Şaredariya Qereçoban a Erziromê hate kirin. -
Roboskiyan guh nedan qedexe û gefên dewleta Tirk
Malbatên Roboskî tevî zext û tehdîdên dewleta Tirk jî xizmên xwe bi bîr anîn. 34 kesên ku 28’ê Kanûna 2011’an ji hêla artêşa Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Încesû hate girtin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû yê ku di şerê 22’yê Cotmehê de ku li Pilûrê derketibû, jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatê ve hate girtin. -
YPG: Ji bo parastina yekîtiya gelan sînga xwe kirin mertal
YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de li herêma Caber Şerqî jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Heyva Sor a Kurdistanê 500 hezar Euro şand Şirnexê
Heyva Sor a Kurdistanê di van şert û mercên zehmet de gelê Şirnexê bi tenê nehişt. Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanê 500 hezar Euro şand Şirnexê. -
Endamên DBP û HDP'ê: Bila tecrîd bê rakirin, veger li 'Pêvajoya Çareseriyê' bibe
Endamên DBP û HDP'ê li Sûrê li hev civiyan û xwestin, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û veger li 'Pêvajoya Çareseriyê' bibe. -
ÎHD: Navê Tirkiyeyê bi komkujiyan tê bîranîn
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê di salvegera Komkujiya Roboskî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat xwestin, komkujî were ronîkirin û kiryar bên cezakirin. -
Bayik: Ji bo Kongreya Neteweyî pêwîst e her kes berpirsiyartiyên xwe bi cih bîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Ji bo Kongreya Neteweyî were lidarxistin divê her kes berpirsiyariyên xwe bi pratîkî pêk bîne. Ev ji bo partî, sazî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, her beşê civakê derbasdar e. -
Qetlîamker li Roboskiyê bîranînê asteng dikin
Dewleta Tirk, nahêle yên di qetlîama Roboskiyê de hatine qetilkirin bên bibîranîn. -
KCD: Em ê dest ji qetlîamkeran bernedin!
KCD: Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bênavber, di serî de yên fermana vê qetlîamê dane, em ê dest ji ew ên ku berpirsiyartiya wan di vê qetlîamê de hene û yên hewl didin vê qetlîamê binixumînin bernedin. -
Leyla Encu: Erdogan piştî Roboskî gelek komkujî kir
Dayik Leyla Encu diyar kir, Komkujiya Roboskî yekemîn komkujiya herî mezin a Erdogan û hikûmeta wî bû û got, "Piştî Komkujiya Roboskî me dît ku Erdogan li rê li ber mirina gelek kesan vekir." -
Ferhat Encu peyam ji malbatên Roboskê re şand
Wekîlê HDP’ê Encu peyam ji malbatên Roboskê re şand û got, “Em ê hêviya xwe neşkînin, em ê li ber xwe bidin, serketin wê ya têkoşîna rûmetdar a vî gelî be.” -
Garzan: Em ê di sala 2017'an de dijmin ji Kurdistanê bavêjin
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Rûken Garzan bi gotina 'serketinên ku li hember AKP û DAIŞ'ê derketin holê, serketinên berxwedan û têkoşîna Kurdan e" bal kişand ser encamên têkoşîna 2016'an. -
DBP: Em ê hesabê Roboskê bipirsin!
DBP’ê got, “Heke pêşî li komkujiya Roboskê bihatana girtin, li Cizîrê wê ve komkujî pêk nehata. Li dijî hişmendiya komkuj a dewletê divê mirov li ber xwe bide û têkoşînê geş bike.” -
Gundê Hedaj ê Reqayê ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, piştî şerekî dijwar ê du rojan, gundê Hedajê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Li 11 gundên Amedê derketina derve hate qedexekirin
Li 11 gundên Licê, Karaz û Hezro yên Amedê derketina derve hate qedexekirin. -
Milîtanê zana yê gelê Kurd: Hevalê Pîro
Milîtanê zana yê gelê Kurd hevalê Pîro wê ji aliyê bedenî ve nebe, lê belê bi pratîka xwe ya mezin a têkoşînê, wê her tim bibe rêberekî gelê xwe. -
Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin -1
Li Roboskî, ku êş gelekî teze ye, rûyê mirovan hê nakene. Dîwarên ji wêneyên yên çûne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, xemilandî ne. -
Gerîla TV, dîmenê çalakiya 14’ê Cotmehê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya ku 14’ê Cotmehê li dijî leşkerên li noqteya asayîşê ya di navbera Alaya Garê û tesîsa Masiyan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêgê li dar xistin parvekir. -
Gur û Qamişlo yên YPG’yî hatin oxirkirin
Ji Fermandarê YPG’ê brûsk Mamê Gur û şervanê YPG’ê Kendal Qamişlo, ji aliyê sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay hate girtin
Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.