KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gundê Caber ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, 38 çete hatin kuştin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê gundê Caber ê Rojhilat ku li rojavayê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û berê xwe dan gundê Caber ê Rojava. -
Xelîl: Destketiyên me wê di sala 2017'an de bibin xeta neteweyî ya alternatîf
Rêveberê TEV-DEM'ê Xelîl: Rêya me îro berfireh bûye û me bingeheke mezin a civakî ava kirine. Em hêvîdar in ev civakîbûna mezin wê di sala nû de şer û zordariya li erdnîgariya Sûriyeyê bisekinîne. -
Serokê Komeleya Roboskî Encu hate binçavkirin
Serokê Komeleya Roboskî Velî Encu, ku di komkujiya Roboskî de gelek xizmên wî hatin kuştin, nîvê şevê saet di 03:00 de di serdegirtina gund de hate binçavkirin. -
Delîl Dilpêt: Li dijî komkujiyan yekane rêya bi rûmet, berxwedan e
Endamê Komîteya Çand û Hunerê yê PKK’ê Delîl Dilpêt got, "Ji ber ku PKK’ê Kurdbûna hatiye gorkirin rakir ser piyan, li dijberî avabûna PKK’ê komkujiya Mereşê pêk hat. Îro jî tola vê ji Serokatiya me digirin" -
'Li şûna berpirsyaran, malbatên Roboskî tên darizandin'
Di ser kuştina 34 kesan bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk re pênc sal derbas bûn. Ji ber ku berpirsyarên komkujiyê hê nehatine darizandin, rêyên navxweyî yên hiqûqî neman. -
5 salên pêvajoya edaletê ya Komkujiya Roboskî
5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hê berpirsyarekî bi tenê jî nehatiye dîtin û darizandin. -
Hevserokên HDP’ê ya navçeya Silopiyayê hatin girtin
Hevserokên HDP’ê ya navçeya Silopiyayê Aycan Azma û Alî Balin hate girtin. -
Artêşa Tirk li Kobanê êrîşî malan dike
Artêşa Tirk, malên li Taxa Kaniya Kurdan a li bajarê Kobanê kirin hedef. -
YPG’ê nansameya pakrewanekî xwe eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Brûsk Mamê Gur ku di Şoreşa Rojava de têkoşîn û ber xwedanekî bê hempa meşand û gihişte şehadetê bi raya giştî re eşkere kir. -
Di bin çavan de hate derbkirin, xwîn rijiya ser mejî
Li Erdîşê piştî ku hêzên dewletê Hediye Ataman qetilkir û şûn de Halît Atman kirin biçavan, derket holê ku di bin çavan de hatiye derbkirin û di dema derbkirinê de xwîn rijiyaye ser mejî. -
‘Îdîaya HRW’ê ne rast e; em wan vedixwînin qada şer’
Fermandariya YBŞ’ê li ser îdîaya HRW’ê ku digot, “YBŞ zarokan bi çek dike û jiyana wan dixe talokeyê” diyar kir ku ev îdîa dûrî rastiyê ye, bang li HRW’ê kir ku werin eniya şer, li cih lêkolînan bikin. -
Li Amedê şer
Li Amedê, di şer de ku 15’ê Kanûnê mabeyna leşkerên Tirk ên operasyonê û gerîlayan de rû da, 2 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. -
3 şaredariyên din ên DBP’î hatin xespkirin
Hikûmeta AKP’ê bi qeyûman şaredariyên Xîzan, Motkî û Yolalan ên Bedlîsê desteser kirin. -
KNK’Ê, ji bo Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê peyama pîrozbahiyê da
KNK’ê diyar kir ku Kurd û Kurdistanî heke zûtirîn dem vê bêserûberî û berbelaviya polîtîk ya navxweyî berevajî bikin û hêzên xwe li ser bingehê berjewendiyên neteweyî û niştimanî bikine yêk wê serkeftineke gelek mezin bi dest ve bînin. -
Çeteyên Kurd ên Qesra Erdogan
Çeteyên veşartî yên Recep Tayip Erdogan (RTE) tenê ji wan kesên ku ji Tirkîstana Rojhilat, Kirgizîstanê, Asyaya Navîn anîne pêk nayê, li gel van çeteyên wî yên veşartî yên ku ji Kurdan pêk hatine jî hene. -
'Agahiyên ku dibêjin me zarok tevlî nav refên xwe kirine, ne rast in'
Fermandariya Biryargeha NPG'ê têkildarî daxuyaniya HRW'ê got, "Agahiyên ku dibêjin ji Başûr û Şengalê tevgera me zarokan tevlî nav refên xwe dike, bi temamî ne rast in, berevajîkirin e û ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn in." -
Avahiya ecêb a li naverasta Wanê jehrê belav dike
Avahiyek du qatî ya li navenda Wanê nêzî 2 sal in ji hêla çeteyan hatiye xespkirin, veguherandine navenda fihûşê û madeyên hişbiriyê. -
'Ji bo civakê bêparastin bihêlin parêzeran digirin'
Serokê ÎHD'ê yê Mêrdînê Parêzer Kûzû diyar kir, parêzerên li Mêrdînê hatine girtin, ji ber karê xwe yê pîşeyî hatine girtin û got, "Dixwazin civakê li pêşberî dewletê bêparastin bihêlin." -
Pêngava Xezeba Firatê: 48 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, li bejahiya Reqayê 48 çete hatin kuştin. Di şerê duh de 7 wesayîtên bombebakirî yên çeteyan hatibûn rûxandin. -
Refîk: Krîza li Başûrê Kurdistanê bi Kongra Netewî dikare çareser bibe
Nûçegihan Ehmed Refîk diyar kir ku sedema krîza siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê ew e ku berjewendiyên partî û desthilatdariyê bêtir li pêş in û got, “2016’an vê krîzê civak aniye ber sînorê birçîbûnê.” -
Elewî ji ber kampên AFAD'ê ne rehet in!
Li herêma Mereş Terolaran ku Elewî lê dijîn, li ser wargeha AFAD’ê ku AKP dide çêkirin, fikarên gelê herêmê zêdetir dibin. Gelê herêmê dibêjin ku ew bi talokeyeke mezin re hevrû bûne, ji bo vê sedemê jî bi gel re nearamiyek çêbûye. -
Ji bo serjimêriya Kurd eyara sezaryan!
Li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmetê de rêjeya welidîna sezaryen gihişt ji sedî 80. Welidîna sezaryan di ducaniyên din de rîskên mezin tîne, sepanîn planên hikûmetê yên kontrolkirina nifûsa Kurdan tîne bîra mirov. -
Dayika Fatma Ûyar bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
Dayika Fatma Ûyar a ku meha Çileyê li Silopiyayê hat qetilkirin, Hatîce Ûyar, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. -
Li Ranyayê bîranîna 34 gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê
Li navçeya Ranya 34 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. -
Rêveberên PJAK û Komele li hev civiyan
Rêveberên PJAK û Komele, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hev civiyan.