KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Osman: Şerê birakujiyê wê felaketê bîne serê Kurdan
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Osman got, "Yên li Şengalê şerê birakujiyê ferz dikin divê zanibin; birakujî wê felaketê bîne serê Kurdan." Osman, ji bo Kurd pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bike bang kir. -
Walîtiya Tirk meş û daxuyaniyên li Wanê 'qedexe' kir
Walîtiya Tirk a li Wanê, hemû meş û xwepêşandanên li bajêr werin lidarxistin, ji 31'ê Adarê û pê ve 'qedexe' kir. -
Derewa qeyûmê heta dema razanê ye..
Qeyûma AKP’yî Şaredariya Artemêtanê ya DBP’ê ku bi nelirêtiyê tawanbar dikir, 22 caran seh kir. Têkildarî şaredariyê nekarî yek lêpirsînê jî veke. -
Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin - 3
Êşa li Roboskî hê teze ye, rû nakenin. Dîwar bi wêneyên yên çûne hatine xemilandin, mîna ku jiyana nîvco temam dikin. -
Karayilan li ser Şengalê got: Divê Kurd pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser pêvajoya şer, çalakiyên gerîla, rewşa Şengalê û têkiliya navbera Kurdan daxuyaniyên girîng da. -
Talana li Nisêbînê dewam dike
Hêzên dewleta Tirk ên li taxên Zeynelabîdîn û Kişla yên Nisêbînê dest bi xerakirina xaniyên welatiyan kirin, vê talanê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê dewam dikin. -
Şaredariyên qeyûm lê ne, ji aliyê Galîp Ensarîoglû ve tên birêvebirin!
Şaredariyên DBP'yî yên Amedê, ku qeyûm lê hatine bicihkirin, derket holê ku ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ve tên birêvebirin. -
Kenê zarokên Şengalê hêviya Êzîdxanê ye
Zarokên Êzîdxanê, tevî hemû êş û azarên fermana 73'an, bi rûkenî pêşwaziya jiyanê dikin. -
Cenazeyê şervanê Tûgaya El Şîmal Demokratîk Şîmalî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Tûgaya El Şîmal Demokratîk Mihemed Şîmalî, ku dema li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dida jiyana xwe ji dest da, li Efrînê hate veşartin. -
Encamnameya civîna Meclîsa Damezrêner hat ragihandin
Di encamnameya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku Bakur parçeyek ji Sûriyeya Federal û demokratîk e. -
Di rûniştina Doza Sûrê de êrîşî girtiyan hate kirin!
Di rûniştina Doza Sûrê de bi daxwaza heyeta dadgehê polîs û jendermeyan êrîşî girtiyan kirin. -
Malbatên Roboskiyan li ser goristanê kom bûn
Malbatên Roboskiyan, ji bo zarokên xwe bibîr bînin li ser goristanê kom bûn û daxwaza edaletê kirin. Malbatan daxwaz kirin ku yên hatine girtin jî bên berdan. -
Di civîna Meclîsa Damezrîner de biryarên girtin hatin girtin
Di civîna Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk de, ku 3 rojan li Rimêlanê dewam kir, 'Hevpeymana Civakî' û 'Belgeya Siyasî' hat erêkirin. -
Li Sêrtê û Agiriyê girtin
Li Sêrtê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin, li Agiriyê jî 3 kes hatin girtin. -
Gerîlayê HPG’ê Încesû hat veşartin
Leşkerên Tirk destûr nedan ku ji bilî malbatê ti kes tevlî merasîma cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sedat Încesû bibe. Încesî, di dorpêça leşkeran de hat definkirin. -
Leşkerên Tirk sivîlek qetil kirin
Artêşa Tirk a li navçeya Stewrê ya Mêrdînê li operasyonê bû, gule li wesayîtek sivîl reşand. Di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyan dewam dikin
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' di 28'ê Kanûnê de jî dewam kirin. -
Aysel Tûglûk sewqî Kandirayê hat kirin
Aysel Tûglûk a hate girtin, sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê hat kirin. -
'Sala 2016'an bû sala têkçûna mêtîngeriya Tirk'
Karayilan diyar kir, îsal ji bo gelê Kurd bû saleke serketî ya têkoşîn û berxwedanê û diyar kir, di nava vê salê de êrîşên qirkirinê yên bi pêşengiya Erdogan û mêtîngeriya Tirk têk çûn. -
YBŞ/YJŞ'ê bîlançoya salekê ya şer eşkere kir
YBŞ/YJŞ'ê bîlançoya salekê ya şer eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, sala 2016'an bûye sala destketiyan, gelek ji rehîneyên di destê DAIŞ'ê de hatine rizgarkirin û gelek çete hatine kuştin. -
'Ezmûna têkoşîna 2016'an wê di sala nû de bibe bingeha serketinê'
Gerîlayên li eniya Kerkûk hem sala 2016'an nirxandin û hem jî der barê sala nû de nêrînên xwe parve kirin. Gerîlayan dan xuyakirin, ku ew ê bi ezmûna berxwedan û têkoşîna bêhempa ya sala 2016'an sala nû veguherînin sala serketin û azadiyê. -
Ferec: Krîza li Başûr bidome wê pirsgirêkên mezintir rû bidin
Rojnamevan-Nivîskar Fatîh Ferec diyar kir ku eger krîza heyî li Başûrê Kurdistanê bidome wê sala 2017’an pirsgirêkên hê mezintir derkevin û hişyariya, “Dikare hilweşînek mezin xwe bide der” kir. -
'Gefên Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tên'
Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebir Hesaf da xuyakirin, ku gotina 'Bila PKK ji Şengalê derkeve, naxwe em ê hêzê li dij bi kar bînin' a Nêçirvan Barzanî bi kêrî dijminê Kurdan tê. -
Rûniştina doza Sûrê piştî 10 mehan dest pê kir
40 kesên ku di dema êrîşên qirkirinê de ji Sûrê hatin derxistin, ku 32 ji wan girtî ne, îro derketin pêşberî dadgeriyê. -
Garzan: Di sala 2016'an de Şoreşa Rojava mayînde bû
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Garzan da xuyakirin, ku di sala 2016'an de di şexsê şehîdên şoreşê de Şoreşa Rojava mayînde bûye û gelê Başûr jî helwesta xwe ya li ser yekîtiya neteweyî nîşan daye.