KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Minbiciyan, Macîd Hemdûş defin kir
Minbêciyan, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Macîd Hemdûş veşartin. -
Bayik: Yên ku li dijî Kongreya Neteweyî derbikevin wê teqez winda bikin
Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Bayik, daxwaz kir ku Kongreya Neteweyî ya ku wê gelek tiştan bi Kurdan bide qezeçkirin divê bi lezgînî bê lidarxistin, yên li dijî vê jî derbikevin wê bi teqezî winda bikin. -
Li Wanê dest danîn ser alavên KURDÎ-DER’ê
Dest danîn ser alavên Şaxa KURDÎ-DER a navçeya Elbakê. -
Malbata Tekîn piştî 8 mehan cenazeyê Pîrdogan girt
Cenazeyê Selîm Tekîn, bi nasnav Mazlûm Pîrdogan, ku 15’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan cenazeyê wî dane malbatê û li Qoserê hate veşartin. -
Li gundên Cebra Rojhilat û Hedajê şer dewam dikin
Di navbera şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firat û çeteyên DAIŞ’ê yên li gunbê Caber Rojhilat û Hedajê dewam dike. Di şer de 38 çete hatin kuştin. -
Saziyên Civaka Êzîdî :Bila PDK dev ji siyaset înkara Êzdiyan biqere û hevkariya dewleta Tirk neke
9 saziyên civaka Êzîdî bi daxuyaniyeke hevpar bersiv dane gefên Nêçîrvan Barzanî yên li dijî Êzîdiyan û Şengalê, gotin: “Em daxwaz dikin ku PDK dev ji siyaseta înkar û çewisandina Êzidiyan biqere, vîna wan a siyasî, leşkerî qebûl bike.’’ -
Ji bo xebatên Sîstema Federal a Demokratîk bang
Endama Konseya Rêxistinî ya Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava -Bakurê Sûriyeyê Yûsif, bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a tineker û qirkirinê. Yûsif, bang li her kesê kir ku di nava xebatên Sîstema Federal a Demokratîk de cih bigirin. -
Fatma Morsumbul li cem kurê wê veşartin
Yek ji Dayika Şemiyê Morsumbul ku şevê din jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin. -
HPG: Em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Zagrosê di mehên Îlon û Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em soz didin ku em ê sala 2017'an bi xeta milîtanî ya Apoyî pêşwazî bikin." -
Li Roboskî du kesên din hatin binçavkirin
Li Roboskî, beriya bîranîna qurbaniyên komkujiyê 2 kesên din hatin binçavkirin. Jendermeyan her wiha gef li malbatan xwarin. -
Yaylali: Bi Roboskî dest bi modela Srî Lankayê kirin!
Aktîvîst Yaylali bibîr xist, ku nîqaşên li ser modela Srî Lankayê di dawiya sala 2007'an de dest pê kirin û got, "Abdullah Gul Srî Lanka pîroz kir. Di sala 2009'an de jî nivîskaran dest bi nîqaşkirina vê modelê kirin." -
Li Rêya Armûşê qeyûm ket şûna qeyûm
Li cihê qeyûm Onder Can, ku 11'ê Îlonê li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hatibû erkdarkirin qeyûmekî nû hat bicihkirin. -
Qeyûmê fiîlî 37 karker ji kar kirin
Qeymeqamê Tirk Tolga Togan ku weke 'qeyûmê fiîlî' anîbûn ser Şaredariya Rezan a Amedê, bi hênceta ku 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye' 37 karkerên paqijkirinê ji kar kirin. -
Çoban ê AKP'yî mikur hat: Di nava partiya me de karên ne li rê û rant hene
Serokê Baskê Ciwanan ê AKP'ê yê Wanê Çoban mikur hat, ku di nava partiya wan de karên ne li rê û rant hene. -
Koordînasyona Kantonan sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a Kantonên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ketina balafira Rûsyayê sersaxî ji gelê Rûsya re xwest. -
Dayika Reqayî: Hûn ê zarokên min jî rizgar bikin?
Yek ji malbatên di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin malbata El Xanim e. Pirsa ewilî ya dayika El Xanim ev e, "Gelo hûn ê zarokên min jî rizgar bikin?" -
Tahîr Elçî berî du salan li lênivîska bîranînê ya Roboskî nivîsandibû
Tahîr Elçî, ku li navçeya Sûr a Amedê hate kuştin, du sal beriya bê kuştin nîşeyek li lênivîska bîranînê ya Roboskî danî bû û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna edaletê bibîr xistibû. -
Servet Encu: Artêşê û hikûmeta AKP'ê dixwestin bi derewan komkujiyê binixumînin
Encu: Eger ez bi saxî ji komkujiyê rizgar nebûma, artêşa Tirk wê komkujiya xwe bi derewan binixumanda. -
Gundê Caber Rojava hate rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, gundê Caber Rojava rizga kirin. Di şerê li Cabera Rojava û gundê Hadaj de 29 çete hate kuşin. -
Ji vegera girtîgehê qeza: Mirî û birîndar hene
Malbata hevserokê berê yê DBP’ê yê navçeya Erdîş Abîdîn Încî dama ku çûn ziyareta birayê xwe Fîkret Încî, di vegerê de qeza kirin. Dayîka wî jiyana xwe ji dest da, hevjîn û zarokên wî birîndar bûn. -
Hemleya Xezeba Firatê: Êrîşa çeteyan pûç bû
Êrîşên çeteyan a li dijî gundê Sêgulê ya Reqayê şikest, gelek çete hatin kuştin. Termê 5 çeteyan jî ketiye destê şervanên Xezeba Firatê. -
Saziyên Şengalê: Gotinên Nêçirvan Barzanî xizmeta DAIŞ'ê û dijminê civaka me dikin
Meclîs, Partî û Tevgerên Êzidiyan li dijî daxuyaniya Nêçirvan Barzanî, ku gef li hebûna PKK’ê ya li Şengalê dixwar, daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin, "Ev gotinên Barzanî xizmetê ji DAIŞ'ê re dikin." -
HPG: Hêza kesî têrê nake me ji Şengalê bi zorê derxîne
HPG'ê diyar kir, ew bi erka xwe ya exlaqî û însanî çûne Şengalê û li vê derê 230 şervanên azadiyê şehîd bûne. HPG'ê destnîşan kir, heta ku gefên li ser gel dewam bikin, ew ê ji herêmê dernekevin." -
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava dewam dikin
YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. -
Şervanên Xezeba Firatê: Em ê bi teqezî dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê bînin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê destnîşankirin ku Pêngava Azadkirina Reqayê bi serketî didome. Şervanan hişyarî dane sivîlan ku ji qadên şer xwe dûr bigirin.