KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xaltîk û xwarzê bi hev re li ber xwe dan
Xaltîk Sozdar Gasyak û xwarzê Tajdîn Gasyak li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, li Hezexê li kêleka hev şer kirin. -
Bi kameraya xwe da dû rastiyan, di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Osman Çapan, ku bi kamera û mîkrofona xwe ji Kobanê heta her navendên xwerêveberiyê çû gelek çeperên berxwedanê û rastiya li van cihan ji raya giştî re ragihand, li çiyayên azad ku yek ji van çeperên berxwedanê ye, jiyana xwe ji dest da. -
Komalên Ciwan dest bi pêngava azadiya Ocalan kir
Koordînasyona Komalên Ciwan: Em bang li tevahî ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dikin ku li dor Rêber Apo bicivin bibin, ji bo derba dawî li faşîzmê bixin, dest bi pêngava azadiya Rêber Apo bikin. -
Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Bêgirî
Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Bêgirî û gelek malan. 16 kes hatin binçavkirin. -
Mehmet Încî ji ber polîtîkayên narkotîkê hat kuştin
Îrfan Încî got, "Kesê bi navê Sîphanettîn bi tena serê xwe ev cînayet nekir. Hin cih hene ku pê piştast e. Kurê min li ber jehrkirina ciwanan a bi narkotîk radibû. Vê yekê hin kes aciz kir." -
Piştî Pêşmergeyan bi sedan ciwanên Başûr berê xwe dan Qendîlê
Bi sedan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, li dijî nokerî û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji bo destekê bidin gerîla berê xwe dan Qendîlê. -
32 herêmên Êlihê wek herêmên leşkerî hatin îlankirin
32 herêmên li ser sînorê Êlihê ji bo salekê "Herêmên Ewlekariya Leşkerî" hatin îlankirin. -
Li navçeya Şîrwan a Sêrtê 12 kes hatin girtin
Li navçeya Şîrwan di ser degirtinên mal de, 12 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Zêdeyî sed gund û qadeke berfireh a Reqayê hatin rizgarkirin
Di Pêngava Xezeba Firatê de herêmek ji 2 hezar 144 kîlometreçargoşeyî ji çeteyan hate paqijkirin. Zêdeyî sed gund, gelek gundik û girên stratejîk hatin paqijkirin. 526 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin. -
Di 'Doza Sereke ya KCK'ê de rûniştina 67. pêk hat
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Olcay Kanlibaş di rûniştina dozê de axivî û got, "Di 'doza sereke ya KCK'ê de êdî ti wateya gotinê nema ye." -
KCK'ê ji malbata Ahmet Îke re sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata Ahmet Îke peyameke nivîskî weşand û ji malbata Îke re sersaxî xwest. -
Şêniyên Şêx Meqsûdê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah şermezar bikin meşiyan û berxwedana Îmraliyê silav kirin. -
Tirkiyeyê xelat da malbata çeteyê Sûltanahmetê!
Malbata çeteyê DAÎŞ’ê ku xwe li Sûltanahmetê teqandibû, di rêveberiya ‘meclîsa Cerablûsê’ de ku Tirkiyeyê ava kiriye, cih digire. Tirkiyeyê raye da kesên ji malbata Nebîl Fadlî yê 11 kes qetil kiriye û wek DAIŞ’î tên nasîn. -
Ciwan ji bo parastina xaka xwe diherikin refên QSD’ê
Cîwan ji Cabera Rojhilat û Rojava tevlî refên QSD’ê dibin. -
Girtiyê her du destên wî nîne, di hucreya şexsekî de tê girtin
Engîn Aktaş, ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ji be teqîna bombeyekê di dema meşekê de her du destên wî jê bûn, tevî ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' daye wî jî, ev 6 sal in di girtîgehê de ye. -
PJAK'ê serdana Hizba Demokrat kir
Hevserokê PJAK'ê Siyamedn Muhenî û heyeta pê re serdana Hizba Demokrat a Kurdistanê kirin. -
'Em daxuyaniya Hewlêrê û şerê birakujiyê red dikin'
Pêşmergeyî Dêrîn gotin, eger dewleta Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike êrîşî Şengalê bike, ew ê tevî gerîla li ber xwe bidin. -
'Divê ciwan li dijî sîstema rê li ber krîzê vedike, bikeve nava tevgerê'
Rêxistina Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, li fakulteya perwerdeyê ya zanîngeha Kerkûkê semînerek bi mijara "Di çareserkirina krîzê de rola ciwanan" lidar xist. -
Bêrîvan a ji Şengalê: Di nava PKK'ê de min xwe ji nû ve afirand
Şahida komkujiya Şengalê Nûda Bêrîvan bi vê gotinê, qala sedema tevlîbûna xwe li nava refên PKK'ê kir: Jiyana PKK'ê bû jiyana min a duyemîn, min xwe ji nû ve afirand. -
Hêrsa qeyûm a li dijî Mala Destekirina Perwerdeyê
Li Wanê, 23 mamoste û berpirsyarê kantîn û ocaxa çayê ya li Mala Destekirina Perwerdeyê, tevî ku peymanên wan ên kar neqediyane, ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin. -
Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê, bi hinceta operasyonan derketina dere hate qedexekirin. -
'Di lêgerîna çareseriyê de me pîvanên xwe diyar kirin'
Yûsif: Li ser çareseriya krîza Sûriyeyê me projeya federasyonê ragihand. Ev yek parçeyekî çareseriyê ye. Li Bakurê Sûriyeyê ya hatiye rizgarkirin, me ev biryar bi gelan re girt. -
Ji bo Şaredariya DBP'ê ya Dutaxê qeyûm hate wezîfedarkirin
Piştî serdegirtina polîsan a bi ser Şaredariya Dutax a Agiriyê û şûn de, ji bo şaredariyê qeyûm hate wezîfedarkirin. -
Nasnameya yek ji jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin diyar bûn
Hat diyarkirin ku nasnameya yek ji jinên ku duh şev li Sêrtê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin Pinar Ateş e. -
Koordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî hat oxirkirin
Bi sedan welatî cenazeyê Endam û Koordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.