FLAŞ

Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat têkbirin

Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş gundê Suwediye ya Rojava bikin, ku ev gund li bakurrojavayê Reqayê ye. Êrîş ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hat têkbirin.

Gundê Suwediye yê Rojava, di 6'ê Çileyê de ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hatibû rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ'ê îro saet di 13:30 de xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî vî gundî bikin. Şervan ji dûr ve bi vê êrîşê hesiyan û êrîş têk birin.

Çeteyên DAIŞ'ê roja 7'ê Sibatê jî êrîşeke berfireh li vî gundî kiribûn û di encamam şerê sê rojan de herî kêm 46 çete hatibûn kuştin.