YPG: Bi çekên giran eniyên me dikin hedef

YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku arteşa Tirk bi çekên giran û panzêran çeperên hêzên wan dikin hedef.

YPG bi daxuyaniyekî nivîskî destnîşan kir ku êrişên arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava bê navber li dar dixin, didomin.

Navendê ev agahî dan: "Di çarçoveya van êrîşan de, arteşa Tirk 12'ê Çile saet di 23.00an de bi çekên giran li ser herêma Mele Ebas a giredayî Tirbespiyê ketober gule reşandin. Piştî demkî kin û şûn de vê carê bi panzerên li ser sînor bi cih kirine, çeperên hêzên me yên li heman herême kirin hedef û gulebaran kirin."