BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ji bo kongreya neteweyî li hev civiyan

Ciwanên Kurd, li ser kongreya neteweyî li Silêmaniyeyê konferansekê lidar dixin.

Konferansa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê ve tê lidarxistin, bi beşdariya gelek tevgerên ciwanan dest pê kir. Konferans bi sernavê "Di kongreya neteweyî ya Kurd de rola ciwanan" pêk tê.

Konferans weke konferansa amadekariyê ya kongreya neteweyî tê dîtin. Nûnerên komeleyên xwendekaran, tevgerên jinên ciwan, tevgera vejînê ya ciwanan û gelek tevgerên ciwanan ên li Kurdistanê di konferansê de amade ne.

Konferans wê bi panela li ser bandora neyînî ya parçetiyê li ser yekîtiya neteweyî dest pê bike. Di konferansê de wê rewşa ji ber parçetiyê li Kurdistanê derketiye holê û bandora krîzên li Başûrê Kurdistanê bên nirxandin. Li ser bingeha perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî rê û rêbazên çareseriyê bên destnîşankirin.

'JI HER TIŞTÎ BÊHTIR PÊWÎST E'

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Perwez Rifat da xuyakirin, ku bi rêya vê konferansê ew dixwazin rola ciwanan a di pêkhatina kongreya neteweyî de nîqaş bikin. Rifat got, "Konferansa Neteweyî ya Kurdan ji her tiştî bêhtir pêwîst e. Eger Kurd karibin kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin, ne tenê çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistanê, wê ji çareseriya pirsgirêkên li gelemperiya Rojhilata Navîn re bibin pêşeng. Lewma, weke tevgerên ciwanan ên li Başûrê Kurdistanê em dixwazin nêrînên xwe yên li ser vê mijarê bigihînin hev û pêşniyarên xwe ji aliyên pêwendîdar re ragihînin."