KCK'ê sersaxî ji gelê Îranê re xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji xizmên mirovên li Tehranê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir, rojên bi vî rengî rojên piştevaniya gelan e.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji xizmên mirovên li Tehranê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. KCK'ê diyar kir, rojên bi vî rengî rojên piştevaniya gelan e.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ew bi xemgînî pê hesiyan e li avahiyek li Tehranê şewat derketiye û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane. KCK'ê ji malbatên mirovên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dan û ji tevahiya gelê Îranê re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
Di daxuyaniya KCK'ê de got, "Rojên bi vî rengî rojên piştevaniya gelan e. Em bawerin gelên Îranê wê bi vê wesîleyê piştevaniya hev bikin û hewl bidin êşên hev sivik bikin. Em hêvîdar in wê êşên bi vî rengî careke din rû nedin."