Biryar hat dayîn ku Hevşaredarên Nisêbînê 30 rojî di binê çavan de bimînin
Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di nav de, der barê 9 siyasetmedaran de biryar hat dayîn ku 30 rojî di binê çavan de bimînin.
Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di nav de, der barê 9 siyasetmedaran de biryar hat dayîn ku 30 rojî di binê çavan de bimînin.
Parêzer bi 9 siyasetmedarên 5 roj berê li Nisêbînê hatibûn binçavkirin re rûniştin.
Parêzer Kamûran Tanhan da xuyakirin, ku siyasetmedarên hatine binçavkirin, di roja binçavkirinê de birine kontrola tenduristiyê lê belê bêyî ji wesayîtê bên peyakirin, doktoran li hundirê wesayîtê kontrol kirine.
Tanhan ragihand, dozgeriyê têkildarî 9 siyasetmedaran ku Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di nav de ne, biryar daye 30 rojên din di binê çavan de bimînin.