BI DÎMEN

'Yekîtî neteweyî bi ser dixîne, parçebûn ji dest dibe'

Alîkara Hevserokên Tevgara Azadî Tara Huseyîn di konferansa ciwanan de axivî û got, "Divê kongreya neteweyî demildest bicive." Rêveberê Tevgera Ciwanên Welatparêz Kerkûkî jî got, yekîtiya neteweyî wê bi ser bikeve.

Alîkara Hevserokên Tevgera Azadî Tara Huseyîn, di konferansa "Di kongreya neteweyî de rista ciwanan" de axivî, ku konferans bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê pêk tê. Huseyîn got, "Ez hêvî dikim ku ev konferans bibe pêşveker ku hemû hêlên siyasî werin kongreya neteweyî."

'ÊN KU HÊZ DI DESTÊ WAN DE NE DIBINE ASTENG'

Huseyîn ji bo ku bi berpirsyariyeke neteweyî konferanseke bi vî rengî amade kirine spasiya xwe da ciwan û got: "Em di serdemeke pir girîng re derbas dibin. Ji bo Kurdan kongra netewî îro pêdiviyeke pir bi lezgînî ye. Hemû partiyên siyasî ji bo ku kongra netewî bicive divê berpirsyariya xwe pêk bînin. Her ked dibêje ew kongreya neteweyî dixwazin lê pratîkeke li gorî vê nîşan nadin. Ji bo vê jî îro pêkanîna vê civîna we hêjayî pesinandinê ye. Tişta ku divê partiyên siyasî bikin, hûn dikin. Em weke Tevgera Azadî ji bo kongreya neteweyî çi amade be me kir û em ê bikin. Ya seyr ev e ku, kesên ku hêz di destê wan de ye li pêş kongreya neteweyî dibe astenga herîm ezin. Lê divê bibin pêşengê vê."

Huseyîn diyar kir ku di navbera hêzên siyasî yên Kurd de arîşeyên giran hene û got, hêzên derve dikin ku ev nakokî li pêş yekîtiya Kurd bibin asteng.
 
'DIVÊ HER KES BI RESENIYA XWE LI HEV BICIVIN'

Huseyîn wiha got: "Ji bo dizayna Rojhilata Navîn hêzên global û herêmê dixwazin Kurdan bêbandor bikin. Rûsya, Çîn, Îran blokek e lê li dijî vê Tirkiye, Amerîka, Ewropa jî blokek e. Dema ku mijar Kurd bin ev a xwe dikine  yek. Hêzên herêmê jî bi heman awayî li gel nakokiyên xwe jî têne cem hev. Lê divê neyê jibîrkirin heta ku li Tirkiyê arîşeya Bakurê Kurdistanê û li Iraqê jî ya Başûrê Kurdistanê çareser nebe, li herêmê krîz çareser nabin. Li dijî vê jî ya ku gelê Kurd divê bike ew e ku yekîtiya xwe pêk bîne û kongra xwe ya netewî li dar bixe.

Hin derdor kongreya neteweyî ji bo xwe weke talokeyekê dibînin. Weke ku wê her kes di bin navê partiyekê de bibe yek. Lê ne wiha ye. Her kes wê reseniya xwe biparêze, di bin banekî hevpar de li derdora berjewendiya netewî were cem hev."

KERKÛKÎ: YEKÎTÎ SERKETIN BI XWE RE ANÎ

Rêveberê Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreş Kerkûkî li konferansa bi navê "bandora parçebûnê ya li ser yekîtiya neteweyî" axivî û ji dîrokê mînak da û got di êrîşa bi ser Kurdistanê de ji ber ku Kurd di nav xwe de ne yek bûn nekarîn nirxên xwe yên netewî biparêzin.

Kerkûkî diyar kir Kurd di serdema Babîl, Akad û Asûriyan de bi têkoşîna hevpar serketinên mezin bi dest ve anîne, lê di serdema Osmanî û Safeviyan de û di sedsala 20. de li dijî netewdewletên herêmê ji ber ku nekarîn vê pêk bînin hê jî di rewşeke parçebûyî de ne û li ser hebûna wan a neteweyî tim taloke hene.

BANGA LI CIWANAN

Kerkûkî wiha axivî: "Di dema Osmanî û Safewiyan de gelek mîr û begên Kurdan hebûn. Hin ji van li rex Osmaniyan bûn û hin ji van jî li rex Safewiyan. Ji ber ku li dijî êrîşan nikarîbûn yekbûna xwe pêk bînin di Şerê Çaldêranê de şerê 'birakujiyê' pêk hat. Serhildanên salên 1880’yî yên Babanzade, Mîr Mihemed Rewandiz, mîrê Botan ji ber sedema rewşa parçebûnê bi ser neketin. Şerê Cîhanê yê 1., bi Sykes Pîcot Kurdistanê bû 4 parçe. Lê serhildanê Şêx Seîd, Berzencî, Simko, Koçgirî, Agirî jî ji ber ku berteng man têk şikiyan. Kurd niha jî weke Soran, Behdînan, Kehlor, Bakur û Başûr rewşa parçebûnê dijîn. Divê êdî ev li paş bimînin. Îro ku mirov li rex dewleta Tirk, Îranê yan jî dewleteke dî bisekine yekîtiya neteweyî pêk nayê û şerê azadiyê nayê kirin."

Kerkûkî destnîşan kir, ku divê jin û ciwan hêzên xwe bikin yek û li ser partiyên siyasî zextê çêbikin û bi vî awayî ku erkan xwe pêk bînin, pêkan e ku kongreya neteweyî pêk were, ji bo vê jî bang li rêxistinên ciwanan kir ku bêhtir çalak bin.