Qeyûm xwe li tabelayên bi zimanê Ermenî ranegirt!
Kar û barên Atif Çîçeklî ku weke qeyûm li Artemêtê bi cih bû, cihê nerazîbûnan e. Yek ji vî karê Çîçeklî jî rakirina tabelayên bi zimanê Ermenî ye.
Kar û barên Atif Çîçeklî ku weke qeyûm li Artemêtê bi cih bû, cihê nerazîbûnan e. Yek ji vî karê Çîçeklî jî rakirina tabelayên bi zimanê Ermenî ye.
Şaredariya navçeya Artemêt a Wanê, di çarçoveya xebatên xwe yên jiyana pir zimanî de, li cihên qelebalix ên navçeyê tabelayên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Ermenî û Îngilîzî daliqandibû. Ji ber ku navçe cihekî tûrîstîk e, ev xebat hê berfireh bû. Atif Çîçeklî ku weke qeyûmê duyemîn li navçeyê bi cih bû, piştî derxistina karkeran ji kar û qedexeyan, vê carê jî nivîsên bi zimanê Ermenî yên li ser tabelayan rakir.
ŞAREDARIYA DBP'YÎ RESTORE KIRIBÛ
Navçeya Artemêtê, ku li qiraxa Gola Wanê ye, ji aliyê bedewiya xwe ya xwezayî ve cihekî tûrîstîk e. Her sal di meha Îlonê de ayîna Ermeeniyan li Girava Akdamarê tê kirin. Li vê navçeyê şopên kûr ên gelê Ermenî hene. Kaniyek wênevanê Ermenî Arshîle Gorky jî li navçeyê heye. Ev kanî ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve hatibû restorekirin.
Bi biryara Meclîsa Şaredariya Artemêtê li gelek cihên navçeyê tabelayên bi zimanê Ermenî hatibûn çikandin. Lê belê qeyûm Atif Çîçeklî, bêyî hincetekê nîşan bide yekser ev tabela da rakirin.