Silo: Rizgariya Reqayê nêz e

Berdevkê QSD'ê Silo ragihand, rizgariya Reqayê nêz e û got, gelê li vê derê wê xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û eşîrên ji Reqayê li hev rûniştin. Di civînê de rûspiyên El Welde jî amade bûn, ku ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li herêmê ye. Di civînê de rewşa dawî ya Pêngava Xezeba Firatê û rewşa siyasî ya li herêmê hatin nirxandin.

Berdevkê QSD'ê Mîralay Telal Silo li civînê peyivî û ragihand, gundên li bakur û rojavayê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û rizgariya bajêr nêz e.

Silo da zanîn, şervanên QSD'ê wê nehêlin hêzên cuda derbasî nava Reqayê bibin û destnîşan kir, ciwanên ji Reqayê wê axa xwe biparêzin. Silo diyar kir, 2500 ciwanên ji Reqayê tevlî nava refên QSD'ê bûne û got, piştî Reqa rizgar bû wê herêm bi meclîseke siyasî ve ji aliyê gelên herêmê ve were birêvbirin.

BANGA RÊXISTINBÛNA LI NAVA MECLÎSA SIVÎL

Silo anî ziman, gelên herêmê wê li hev bicivin û Meclîsa Sivîl a Reqayê bi rengekî fermî ragihînin û bang li gelê Reqayê kir ku di bin sîwana Meclîsa Sivîl de xwe bi rêxistin bike.

Silo diyar kir, li 250 gundên hatine rizgarkirin, xebatên meclîs, parastinê û xizmetê dest pê kirine.

Berdevkê QSD'ê Mîralay Telal Silo bang li ciwanên ji Reqayê kir ku tevlî nava refên QSD'ê bibin û bi hev re Tebqayê rizgar bikin. Her wiha spasiya gelê Reqayê kir, ku ew bi dilgermî pêşwazî kiriye.