'Girtîgeha Girtî ya Wanê veguheriye îşkencexaneyê'
Ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Wanê Adm Er bi rêya nameyekê ragihand, gardiyan timî li wan didin û girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê.
Ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Wanê Adm Er bi rêya nameyekê ragihand, gardiyan timî li wan didin û girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê.
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zext û binpêkirina mafên girtiyên siyasî di asta herî jor de ye. Girtîgehên ji aliyê AKP’ê ve têne birêvebirin bûne cihê îşkence û tacîzê. Girtiyê siyasî yê bi navê Adem Er nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan a Şaxê Wanê (ÎHD) re şand re diyar kir, gardiyan bi rengekî rêk û pêk li girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Wanê ne, dixin.
'LI GIRTIYÊN SIYASÎ DIXIN'
Er anî ziman, gardiyan bi hînceta 'wê lêgerînê bikin' dikevin odeyên wan û hemû alavên wan desteser dikin. Er da xuyakirin, ku dema gardiyan dikevin odeyên wan, li wan didin û got, "Saetên me yên destan ji me girtin, rojname û kovaran nadin me. Ji ber ku Girtîgeha Girtî ya Wanê nû ye ev der gelekî sar e. Em bang li cihên peywirdar dikin ku têkevin dewreyê."
'HEQARETÊ DIKIN'
Girtiyê siyasî Adem Er destnîşan kir, ku girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê û wiha dewam kir: "Hejmarek gelek zêde girtiyên ji doza Cemaeta Gulen di nava blokên me yên girtiyên PKK’ê de bi cih kirine. Girtiyên Cemaeta Gulen bê navber dijûnan dikin. Li ser vê bûyerê bi dehan caran me serî li rêveberiya girtîgehê dan, lê belê her tim rêveberiya girtîgehê xwe ji bo van kiryaran bêdeng kirin."