KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû sazî û dezgehên Kurdî û qenalên televizyonê yên çar parçeyên Kurdistanê kir ku bernameya wan a bi mebesta Yekîtiya Netewî bi weşana zindî were dayin da ku li nav hemû Kurdan mijara Yekîtiya Netewî bibe rojev.
Di peyama KNK’ê de stranbêjên ku wê amade bibin wiha hatine rêzkirin:
‘’Najmadîn Ghoulamî, Naser Rezazî, Dîyar, Adnan Karîm, Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Xana Zazê, Zozan, Hozan Comerd û Maher Hamadamîn.’’
Bang û daxwaza KNK’ê ya li hemû qenalên televizyonên Kurdî wiha ye:
‘’Rêzdaran,
Kurdistan di qonaxek dîrokî re derbas dibe. Derfetên azadîyê ji bo Kurdan, îro zedetir bûne. Ji ber vê sedemê jî hevgirtin û piştgritina di navbera Kurdan de îro pirr girîng e.
Ji bo pêşxistina yekîtîya netewêyî di nav sîyaseta çar parçeyên Kurdistanê de em wek Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) karên xwe berdewam dikin. Di vê çerçovê de me stranbejên ji çar parçeyên Kurdistan dawet kirin ku di weşaneke zindî ya televîzyonên Kurdî de li ser pewîstîya Yekîtîya Neteweyî fikir û ramanên xwe bi raya gîştî ya Kurdistan re parve bikin. Em dixwazin ku di roja 2’yê Sibatê de mijara Yekîtîya Neteweyî di hemû malên Kurdan de li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojava û derveyî welat bibe rojev.