Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Kurdistanê bû û planên AKP'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, asta heyî ya şer, polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand.
NAVEROKA KONSEPTA AKP-MHP'Ê DIJMINATIYA LI KURDAN E
Karayilan da xuyakirin, ku rejîma AKP'ê di rewşa heyî de biryar li ser konsepteke nû daye û di çarçoveya vê konseptê de xeta MHP'ê daniye pêşiya xwe.
Karayilan diyar kir, naveroka vê konseptê dijminatiya li Kurdan e û got, "Ji bo ku gelê Kurd di dîzaynkirina herêmê de cih negire û Kurdan bi temamî têk bibe, armancek daniye pêşiya xwe. Hebûna rejîmê û sîstemê bi vê ve girêdayî ye. Erdogan li ser vê bingehê dijminatiyê li Kurdan dike. Bi bahaneya hewldana darbeyê re piştî ku temamiya dewletê bi dest xist, êrîşî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd kir. Di çarçoveya vê konseptê de planek amade kir."
Karayilan ev plana navborî bi 9 xalan rave kir:
1- Tecrîda li ser Rêber Apo şidandin û bi siyaseta îşkence û şerê psîkolojîk xwestin li Îmraliyê encamekê bi dest bixin.
2- Hemû saziyên Kurdan girtin û êrîşî destketiyên gelê Kurd kirin. Li gorî hejmara ji aliyê wan ve hate eşkerekirin, 390 saziyên Kurd bi carekê ve girtin.
3- Plan kirin ku dest deynin ser sed şaredariyên di destê siyaseta Kurd de ne. Ji ber nerazîbûne li cîhanê li dijî vê yekê dernekeve holê, ev yek bi navberê kirin û her carê dest datîne ser 2-3 şaredariyan.
4- Siyaseta Kurd a demokratîk kir hedef û xwest Kurdan li derveyî qada siyasetê bihêle. Ji bo vê jî Hevserokên HDP'ê û 11 parlamenter girtin. Her roj parlamenterên binçav dikin û berdidin. Bi hezaran xebatkarên HDP û DBP'ê niha girtî ne. Di vê dema dawî de 4 hezar kes hatine binçavkirin.
5- Zextên li ser gel zêde kirin. Di çarçoveya şerê taybet-psîkolojîk de zexteke giran niha tê kirin. Li hin cihan lê dide, li hin cihan jî dibêje 'ez ê alîkariyê bidim'. Bi vî rengî dixwazin serî li gelê Kurd bidin tewandin. Li ser vê bingehê niha li Kurdistanê zext û zordariyeke faşîst dikin. Ji bo vê jî dema Rewşa Awarte timî dirêj dikin.
6- Hewl didin ciwanên Kurd ji rê derxînin. Bi vê armancê êrîşên berfireh ên psîkolojîk dikin. Ji bo jin û ciwan xwedî li têkoşîna azadiyê û nasnameya dernekevin, ji bo bitirsin, zilmeke taybet dikin.
7- Operasyonên berfireh di rewşa heyî de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dimeşînin. Ji bo gerîla amadekariyê ji bicihbûna zivistanê re nikaribin bikin, êrîş dikirin. Niha jî ji bo cihê bicihbûnê tespît bikin di nava hewldanan de ne û êrîş dikin, ji bo gerîla tesfiye bikin.
8- Êrîşî dostên gelê Kurd dikin. Ti taybetî êrîşî tevgera şoreşger-demokratîk a Tirkiyeyê dikin.
9- Ji bo dengekî bi tenê derkeve, gelek organên çapemenî-weşanê girtin. Niha 150 rojnamevan girtî ne û bi vê hejmarê re Tirkiye di nava welatên herî zêde rojnamevan lê girtî ne, di rêza duyemîn de cih digire.
Karayilan da xuyakirin, ku tevî hemûyan polîtîkayeke êrîşê ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hebûn û operasyona bi navê 'Mertala Firatê' ya li dijî Rojava bibîr xist.
'ENCAM JI KONSEPTA AKP-MHP'Ê DERNEKET'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan gefa Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ku digot, 'Wê heta meha Adarê kes nikaribe qala PKK'ê bike' bibîr xist û got, "Kê ma ye em bikevin meha Adarê. Heta niha di vê plansaziya xwe de ti serketinek bi dest nexistine. Rêberê Gelê Kurd, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, siyasetmedarên Kurd, gelê Kurd û şoreşgerên li her çar parçeyên Kurdistanê, li ber van êrîşên tifaqa AKP-MHP'ê rabûn, li ber xwe dan û nehiştin ev konsept bi ser bikeve. Tevî ku hê zivistan neqediyay e jî, ti encam bi dest nexistine. Lewma mirov ji niha ve dikarin bêjin ku ev plan têk çûye."
LI ÎMRALIYÊ VÎNA AZAD LI BER XWE DIDE
Karayilan bi wesîleya 18. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya 15'ê Sibatê û hemû hêzên di nav de cih girtine şermezar kir û bal kişand ser îşkenceya psîkolojîk a 18 sal in li Îmraliyê tê kirin. Karayilan got, "Li wir zilm û şîdeteke gelekî mezin heye. Şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd tê meşandin, ji aliyê esasî ve li wir tê meşandin."
Karayilan destnîşan kir, li dijî vê êrîşkarî û zilmê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekna mirovekî azad ê rasteqîn nîşan dide û wiha dewam kir: "Ev sekn, sekneke awarte ye. Tevî hemû êrîşan jî Rêber Apo ev 18 sal in vîna xwe ya azad û serbixwe parastiye. Ev titşekî gelekî mezin û watedar e."
Karayilan da xuyakirin, ku sekna Ocalan sekneke mirovahiyê ya gelekî watedar e û got, "Lewma îro xeteriyeke mezin li ser Rêber Apo, tecrîdeke giran li ser wî heye. Têkildarî Rêberê me ti agahî li ber destê me nîne. Lê belê divê gelê me û her kes vê baş zanibe; eger em xwe li eniyeke Şoreşa Kurdistanê dibînin, Rêber Apo li pêşiya eniya herî pêş e. Yanî beriya me her kesî, xeterî li pêşiya Rêber Apo heye. Jiholêrakirina vê xeteriyê jî bi xurtkirina xwe, bi tevlîbûneke rast û rabûna bi erkên serdemê dibe."
GOTINA MEHMET TÛNÇ ÎRO LI HER DERÊ DENG VEDIDE
Mûrat Karayilan bibîr xist, ku bingeha pêngavên herî mezin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Zîndana Amedê hatiye danîn û ev nirxandin kir: "Îro, siyasetmedar, mirovên welatparêz ên Kurd tên girtin, zext li wan tê kirin ji bo teslîm bên girtin. Lewma siyasetmedarên ku îro li zîndana dîl hatine girtin weke berhemek vê kevneşopiya berxwedanê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, li ber xwe didin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Ahmet Turk ê ku tevî emrê xwe û nexweşiya xwe jî xwedî li îrade, şeref û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Di şexsê wan de ez silavên xwe ji hemû parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd ên girtî dişînim. Siyaseta Kurd bi berxwedana xwe ya îro re, serÎl i ber êrîşên AKP'ê, polîtîkayên çavtirsandin û gefê netewandiye. Gotina 'Me li ber êrîşên mêtîngeriyê serî netewand, em ê serî netewînin; bi me serbilind bin' a Mehmet Tûnç îro li zîndanan, li kolanan, li her qada jiyanê deng vedide."
DIVÊ GELÊ ME RÊXISTINBÛNA XWE XURTIR BIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku girîng e gelê Kurd zilma lê hatiye kirin ji bîr neke, hemûyan yek bi yek bibîr bîne û li gorî wê yekê tevbigere. Karayilan got, "Gelê me li hemberî rastiya dijmin êdî hişyar bûye, lê rewşeke bêrêxistinî heye. Ji bo ev rewşa bêrêxistinî ji holê were rakirin, divê mirovên ji hev bawer bibin yek, gelê me xwe bi rêxistin bike, xwe bike hêz û alîkariyê bide hev. Divê alîkariyê bide xizanan. Di kes bê pere, bê derfet, nemîne. Neçar nemîne ku ji bo nan xwe bifiroşe."
CÎHANÊ TEV ASTA ŞER A DEWLEAT TIRK LI BABÊ DÎT
Li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî Karayilan da xuyakirin, ku meseleya Babê weke mijareke girîng ket rojevê û got, "Me berê jî gotibû; mêtîngeriya Tirk bi esasgirtina vê yekê re xwest dest li Şoreşa Rojava werde. Ji xwe bi rengekî lihevkirî ketibû herêmên Cerablûs û Dabikê. Ev 158 roj in dixwaze Babê bi dest bixe; piştre jî hesab dikir ku berê xwe bide Minbic, Reqa û Efrînê. Armancên dewleta Tirk ên di vîw arî de gelekî mezin bû. Lê belê ji bo dewleta Tirkiyeyê rastiya xwe bibîne û ji bo cîhan tev vê rastiya dewleta Tirk bibîne, Bab bû eynikek. Niha cîhan tev bi asta şer a artêşa Tirkiyeyê dizane. Her kesî dît, ku artêşa Tirk mîna YPG'ê nikare li dijî DAIŞ'ê şer bike. Jİ ber ku ev 5 meh û 8 roj in hê nikarin bikevin nava navçeyekê. Tenê xwe gihandine taxeek bi navê Cebel Eqil a li pêşiya bajêr; ku li wir jî derbeke mezin xwarin. Bi tankan ketin nava vê taxê, lê li wir derbeke mezin xwarin. 12 maşînên xwe yên zirxî li wir hiştin û reviyan. 8 jî îmha bûn. Niha 2 tankên wan ên leopard û 2 panzerên wan di destê DAIŞ'ê de ne. DAIŞ van li dijî Tirkan bi kar tîne.
Di vê demê de derket holê ku hêza artêşa Tirk nîne li dijî DAIŞ'ê sîng bi sîng şer bike. Ev rastî li Şirnex û Nisêbînê jî hat dîtin. Kengî hêzên Şirnex û Nisêbînê xwe ji bajaran vekişandin; hingî karîbûn bikevin nava bajêr. Li Cizîr û Sûrê, kengî cebilxaneyên şervanan, roketên ku li dijî maşînên zirxî bi kar tînin qediya, hingî ketin nava bajaran."
ERDOGAN DI MIJARA VEGERA JI GOTINA XWE DE GELEKÎ SERKETÎ YE
Karayilan da anîn, ku dewleta Tirk niha ji Amerîka, Îngilîstan, Rûsya û ji her kesî alîkariyê dixwaze û got, "Rûsya, DYA, Koalîsyon alîkariyê dide wan. Ev du meh in bi balafiran li Babê dixin; gelek herêm serûbin kirine. Lê artêşa Tirk hê nekariye malekê jî bi dest bixe. Vana tenê li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd ê sivîl jîr û jêhatî dibin; lê belê tenê malên sivîlan hildiweşînin. Lê di mijara şer de, jîr û jêhatî nînin. Bi kurtasî artêşa Tirk li wir têk çûye. Dersa xwe girtiye."
Li ser vegera Erdogan a ji gotinên xwe jî Karayilan ev tespîta balkêş kir: "Erdogan timî digot 'Em ê Babê hal bikin, piştre berê xwe bidin Minbicê û Reqayê. Em ê hê bêhtir bidin nav. Niha dibêje 'Înşalleh dema Bab qediya, em ê hîn bêhtir bi pêş ve neçin'. Yek ji wan vegerên xwe yên navdar careke din nîşan da. Di mijara vegera ji gotinên xwe de Erdogan gelekî serketî ye. Welê jê vedigere, kes pê nahese bê çawa vegeriya ye. Niha di mijara Babê jî heman tişt kiriye."
BIHIŞTINA WÊ QSD'Ê DI NAVA HEFTEYEKÊ DE EW DER RIZGAR BIKIRA
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe yên li Babê ji raya giştî vedişêre û got, "Mînak, tenê li taxa Cebel Eqilê 85 kuştiyên wan hene. 50 jê çeteyên bi wan re tevdigerin, 35 jî leşkerên wan e. Lê wan tenê 16 leşker eşkere kirin. Ji bo civak li ber ranebe, 35 leşkerên xwe eşkere nekir. Rastiyê ji civakê vedişêrin. Di vê mijarê de li hev kirine. Ji xwe kes napirse; 'Baş e ev 158 roj in tu li Babê çi dike; te malek jî bi dest nexist?'"
Karayilan destnîşan kir, ku eger ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bihata hiştin, wê QSD'ê di nava hefteyekê de ev herêm rizgar bikira.
DEWLETA TIRK ENCAMA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DIXWEST BI DEST NEXIST
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi planên dewleta AKP'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Heta roja îro firsend nedîtine vê plana xwe bi cih bînin. Em dikarin bêjin, li Başûrê Kurdistanê jî bi ser neketine. Wan xwestin li Şengalê şer bikin û bi vê wesîleyê di navbera hêzên Kurdan de şer derxînin. Yanî xwestin PDK'ê bikişînin nava şer, lê bi ser neketin. Tevî vê yekê xwestin pêngaveke dîplomatîk bikin, heyeteke berfireh şandin Bexdayê. Xuya ye ji wir jî encamek bi dest nexistine."
PKK BI ÇAVEKÎ STRATEJÎK LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DINÊRE
Karayilan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku xuya ye banga Hevserokatiya KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî bandoreke mezin kiriye û got, "Bi qasî em dizanin, di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin hene. Di mijara yekîtiya neteweyî de, pêkane ku hin tiştên cuda rû bidin. Di vê mijarê de hewldaneke cidî heye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di serdemeke gelekî girîng re derbas dibe. Derfetên gelê Kurd çêbûne ji bo azad bibin. Lê belê ji bo Kurd mîna cîranên xwe li ser axa xwe ya pîroz bi rengekî azad bijîn, lazim e vê derfetê baş bi kar bîne û li ser bingeha meşa azadiyê, yekîtiyeke siyasî, dîplomatîk, neteweyî û leşkerî ava bikin. Weke PKK em bi çavekî stratejîk li vê mijarê dinêrin."
ÇARE: YEKÎTIYA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE
Di dawiya axaftina xwe de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku li dijî pêla faşîst a li Tirkyeyê divê her kes yekîtiya xwe ava bikin û got, "Eger pêşî li vê pêlê were girtin, wê Tirkiye ronî û aram bibe. Eger ev pêl bi ser bikeve, wê Tirkiye di nava salên dûr û dirêj de di nava vê tarîtiyê de bigevize. Di vê mijarê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi roleke gelekî girîng radibe. Ji ber ku Erdogan her kes melisandiye. Niha hêza bingehîn a li ber êrîşên faşîst ên Erdogan, AKP û MHP'ê radibe, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, eger li hemberî me bi ser bikevin wê li Tirkiyeyê sîstemeke faşîst serdest bibe. Lê belê eger li hemberî me têk biçe, wê nikaribe sîstema xwe bide rûniştandin. Lewma têkoşîna me ne tenê ji bo siberoja gelê Kurd, ji bo tevahiya Tirkiyeyê, ji bo gelemperiya Rojhilata Navîn girîng e. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ku li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo tevdigere, dixwaze li Tirkiyeyê guhertinê bike û Tirkiyeyê bike welatekî demokratîk. Dixwaze Sûriyeyê bike welatekî demokratîk. Ji ber vê yekê têkoşîna Kurdan a li Îmraliyê, li zîndanan, li çiyê, kolan, bajar û çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê, têkoşîna azadiya hemû gelan e."