Li Minbicê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Beşdar El-Xilêf û Eqîl El-Şêx ên ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin veşartin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Beşdar El-Xilêf û Eqîl El-Şêx ên ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên her 2 şervanên têkoşer Beşdar El-Xilêf ku di 25′ê Çileyê de li gundê Cub Meczûm ê dikeve başûrê Minbicê ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bû û şervanê bi navê Eqîl El-Şêx ku di 19′ê Tîrmehê de di şerê rizgarkirina Minbicê de birîndar bibû û jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd a Minbicê veşartin.
Li goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî ji alyê şeranêm Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin. Piştre berdevkê fermî yê Meclîsê Şervan Derwîş axivî û diyar kir ku Minbic bûye bajarê şehîdan, her wiha destnîşan kir ku şervanên azadiyê, ji bo rûmeta gel û parastina welatê xwe canê xwe feda kirine.
Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr Mûnîra Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got ku şehîd rêya gel ber bi azadiyê ve, ronî dikin.
Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên şervana bi tilîliyên dayîk û dirûşmên “Şehîd namirin” ve veşartin.