Sûka Şewitî êdî ne mîna berê rengîn û zindî ye
Ji ber krîza aboriyê û zexta dewletê ya li nava Sûrê, Sûka Şewitî ya dîrokî mîna berê zindî nîne. Dikandarên vê derê li ber îflasê ne.
Ji ber krîza aboriyê û zexta dewletê ya li nava Sûrê, Sûka Şewitî ya dîrokî mîna berê zindî nîne. Dikandarên vê derê li ber îflasê ne.
Di sala 1895'an de li nava Sûka Dirêj a ji Saman Pazari, Kazancilar, Kurkçuler, Saraçlar û heta kolana Melek Ahmetê ya li navçeya Sûr a Amedê, şewatek derket û vê şewatê 3 rojan dewam kir. Di encamê de hemû dikanên li nava vê sûkê şewitîn. Piştî vê karesatê, êdî gel navê Sûka Şewitî li vê sûkê kir.
Li gorî hin rîwayetan; ji bo pêşî li mirovên ne Misilman ên roj bi roj dewlemend dibûn bê girtin, ev şewat bi zanebûn hatiye derxistin û bi ti awayî nehatiye vemirandin. Hê şopa vê şewatê jê neçûbû, di Tebaxa sala 1914'an de vê carê li mintiqeya Cendere ya li nêzî Bazara genim a li Sûka Şewitî şewatekê dest pê kir û ji ber Mizgefta Mezin heta sûka li dora Mizgefta Melek Ahmet Paşa, ji ber Xana Borsayê ya Berê heta Sûka Kazancilarê beşeke mezin a vê sûcê careke din şewitî. Di encama vê şewatê de bi qasî 1200 dikan û çend xanî şewitîn. Sûk piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hat nûkirin. Lê li şûna Ermenî, Yahûdî û Suryaniyan, vê carê Misilmanan li vê derê dest bi kar, kirîn û firotinê kirin. Tevî her tiştî jî, Sûka Şewitî bi mîsyonan xwe her tim bû navendeke girîng a bazirganiyê.
Li vê sûkê, berê zeneetên meke tevnkerî, çînîtî hevrîşimî, pembo, camkarî lê hebû. Her wiha gelek kargeh jî lê bûn. Lê îro li şûna van dikanên kincan, pêlavan, hesin, sifir û xalîçeyan hene.
KRÎZA ABORIYÊ 'BI BÊDENGÎ' GIRAN DIBE
Li Sûka Şewitî, ku bi rengîniya xwe yek ji nîşaneyên Amedê ye, niha bêdengiyeke mezin heye. Li herêmê, ku ji Kanûna 2015'an û pê ve derketina derve hat qedexekirin û herêm hat hilweşandin, di bin navê 'ewlekariyê' de li serê her kolanê kulûbeyeke polîsan hatiye danîn û navçe bi vî rengî veguheriye girtîgeheke servekirî. Ji ber tirs û fikarê, mirov mîna berê nayên vê sûkê. Li Sûka Şewitî êdî ew xeml û rengîniya berê nîne. Li gelek cihên sûkê derabeyên dikanan girtî ne. Dikandarên ku berê serê sibehê dikanên xwe vedikirin û êvarê digirtin, ji ber bêkariya heyî, bi rengekî bê hevî danê nîvro derabeyên xwe berdidin û ji sûkê derdikevin.
Dikandarên Sûka Şewitî ku ji ber berhemên difiroşin û navê bi Kurdî yê dikanên wan hêzên dewletê timî zextê li wan dikin dibêjin; ji ber bêkariyê gelek dikan hatine girtin û dixwazin bi lezgînî dest li vê rewşê were werdan. Ev sûka ku berê ji heq gelek karesatan derket, xeterî li ber e ku ji ber pirsgirêkên aboriyê vê carê ji holê rabe.
Dikandar diyar dikin, ku welat gav bi gav dikeve nava krîzeke giran a aboriyê û dest nîşan dikin ku yekane rêya derketina ji nava vê kaosê, vegera li maseya danûstandinê ye. Dikandar dibêjin, eger ev neyê kirin, ew bi fikar in ku hem têkçûneke giran a aboriyê, hem jî hilweşîneke mezin a civakî li ber wan e.