KCK'ê ji bo Pîr Haydar Cîlesûn peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê ji bo Pîr Haydar Cîlesûn peyama sersaxiyê weşand û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi geşkirina têkoşînê, jiyana azad a gelê Kurd û civaka Elewiyan bafirîne. Ku ev yek hesreta Pîr Haydar Cîlesûn e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata demokrat, welatparêzê hêja Pîr Haydar Cîlesûn, ji malbatê, dostên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Welatparêz, demokratê hêja Pîr Haydar Cîlesûn demeke dirêj li Ewropayê di gelek karê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girt. Bi nêrîn û helwesta xwe, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurtir kiriye. Weke dostekî hêja yê Rêber Apo tevlî nava têkoşîna azadiyê bûye. Bi bernameyên xwe jî bûye apê xoşevîst ê zarokan.

Weke demokratekî şoreşger, ku komkujiya Dersîmê di kûrahiya dilê xwe de jiya, li dijî mêtîngeriyê têkoşiya û her tim hewl da dilsozê şehîdên Dersîmê be. Di têkoşîna dijî qirkirina gelê Kurd ê Elewî de, bi berpirsyariya xwe rabû. Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi geşkirina têkoşînê, jiyana azad a gelê Kurd û civaka Elewiyan bafirîne. Ku ev yek hesreta Pîr Haydar Cîlesûn e. Hesreta şehîdên Dersîmê û hemû şehîdên Kurdistanê, wê ji sedî sed bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bi ser bikeve."