Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derketina derve ya dawî di 14'ê Kanûna 2015'an de hat ragihandin. Heta roja 41. a qedexeyê, rojane 3-4 kes li navçeyê dihatin kuştin. Ji 22'ê Çileyê û pê ve hêzên çekdar ên desthilatdariya AKP/Qesrê dest bi komkujiyan kir. 3 jêrzemînên ku sivîl û birîndar lê bûn, bi çekên giran hatin hilweşandin. Li taxên Cûdî û Sûrê 117 cenaze ku 23 ji wan ê zarokan bûn, hatin derxistin. Piraniya van cenazeyan ji binê xirbeyê 3 avahiyên mezin hatin derxistin. Hema hema temamiya cenazeyan ya şewitî bûn, ya jî welê lê hatibû, ku nedihatin naskirin.
Jêrzemîna hovîtiyê ya yekemîn li kolana Bostanci ya taxa Cûdî, li avahiya bi hejmara 23'an bû.
Di 22'ê Çileyê de, piştî ku xwendekarê zanîngehê yê bi navê Cîhan Karaman birîndar bû, haya raya giştî ji jêrzemîna hovîtiyê çêbû. Ji bo Karaman ê ji sînga xwe birîndar bû, malbata wî û Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê li navçeyê bû, ji nûmaraya 111'ê ambûlans xwestin. Lê belê polîsan bi hinceta 'ewlekariyê' nehiştin ambûlans derbas bibe. Piştre, di encama axaftina bi 155 Polîs Îmdat re, hat gotin, eger Cîhan Karaman bi derfetên xwe bê heta kolana Nusaybînê, wê ambûlans bê pêşiya wî.
Piştî rojekê, ji cihê ku Karaman lê ye, bi rêya telefonê ji Sariyildiz re hat ragihandin ku 11 kesên din birîndar in. Derket holê ku Karaman jî di nav de 31 kesî neçar mane xwe li avahiyekê bigirin. Ji ber ku ew ranekirin nexweşxaneyê, Karaman û mêrekî din, ji ber xwîna zêde jê çûn, jiyana xwe ji dest dan.
Mirina ji ber jêçûna xwîna zêde di 24'ê Çileyê de jî dewam kir. Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç ê li jêrzemînê bû, di weşana zindî ya televîzyona Med Nûçe de ragihand, ku jineke din ji ber jêçûna xwîna zêde jiyana xwe ji dest daye. Faysal Sariyildiz piştî rojekê ragihand, ku agahî ji wan re hatiye dayîn, kesekî din jiyana xwe ji dest daye.
BI PEMBOYÊ JI BALÎFAN DERXISTIN, HEWL DAN XWÎNÊ BISEKINÎNIN
Mehmet Tûnç got, ji ber nebûna malzemeyên tibî, wan hewl dane bi pemboyê ji balîfan derxistine, ser birînan bigirin û xwînê bisekinînin.
Di 25'ê Çileyê de ji vê jêrzemînê ev mesaj ji Sariyildiz re hat: "Niha avahiyê bi ser me ve dirûxînin. Em bi zorê hilmê digirin." Heyetek ji parlamenterên HDP'ê li ser vê yekê li Wezareta Karên Hundir dest bi hevdîtinan kir, lê encamek bi dest nexist. Li ser vê yekê, 15 jinên ji malbatên birîndar û kesên li wir jiyana xwe ji dest dane, ji bo rakirina birîndaran ketin nava tevgerê. Lê belê jinên ku li ber avahiya Şaredariyê li hev civiyan, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Di 27'ê Çileyê de, ji birîndarên li jêrzemînê Nûsrettîn Bayar ê 20 salî jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr çûn Wezareta Karên Hundir û di encama hevdîtinan de Wezareta Karên Hundir destûr da ku ambûlans ji bo rakirina birîndaran bikevin nava tevgerê. Lê belê polîsan pêşî li ambûlansan girtin û bi maşînên zirxî dan pêşiya wan, ew birin Midûryeta Emniyetê. Piştre jî gule li xaniyê birîndar lê bûn, reşandin.
WEKÎLÊN HDP'YÎ LI WEZARETÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN
Ji ber ku soza hat dayîn bi cih nehat anîn, Balûken, Beştaş û Baydemîr li Wezareta Karên Hundir ketin greva birçîbûnê.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç di heman rojê de ji televîzyona Med Nûçe re axivî û li ser ambûlansan got, "Rewş bi rastÎ jî gelekî krîtîk e. Dest li xanî werdidin. Ez rewşa ji niha û pê ve biqewime, ji hevalan re ragihînim. Niha li cem me 5 cenaze hene. Bila haya her kesî jê hebe. Ji niha û pê ve mirov bi înfaz an jî îmhayê re rû bi rû ne. Rewş gelekî krîtîk e. Ez niha li jorê me. Dengê çekan tê bihîstin. Ambûlans negihîşt me. Ji panzerê li avahiyê direşînin. Derî niha ji ber kirine. Her tişt tê dîtin. Kolan bi temamî tê dîtin. (...) Rewş bi rastî jî krîtîk e. (...) Ewlehiya jiyana me zêde ne girîng e. Ji xwe ji niha û pê ve ewlehiya jiyana mirovên li vir nema ye. Çi dibe bila êdî bibe. Eger ez dakevim jêrê, êdî herhal wê bombeyê bavêjin. Ez niha li qatê duyemîn im."
Mehmet Tûnç di heman rojê de bi rêya telefonê beşdarî Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bû û bang li raya giştî ya cîhanê kir: "Hêza we heye ku hûn vê komkujiya li Cizîrê bisekinînin. Hêza we heye ku hûn hikûmeta AKP'ê hişyar bikin û vê dorpêçiyê rakin. Naxwe, eger komkujiyek rû bide, hûn ê jî weke heparê vê komkujiyê bên dîtin."
Li jêrzemîna hovîtiyê, hejmara mirovên ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan, di 28'ê Çileyê de gihîşt 6 kesan. Wê rojê ambûlansên Şaredariya Cizîrê 4 caran hewl dan birîndaran rakin. Lê belê her carê jî polîsan pêşî lê girtin. Tevî vê astengiyê jî Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû îdîa dikir ku ya ji destê wan tê dikin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ê birîndar, heman rojê bi rêya telefonê ji televîzyona Med Nûçe re axivî û got, "Gotina dibêjin 'em ambûlansan dişînin, lê ji ber şer nikarin xwe bigihînin' ne rast e. Yavûzel di 28'ê Çileyê de ev axaftin kir: "Li kêleka avahiya me panzer, li aliyê din panzer, li pişt jî panzer hene. Li sirûda Mehterê dixin. Em 24 saetan vî dengî dibihîzin. Balafirên keşfê li ser me difirin. Û di rewşeke bi vî rengî de radibin tiştên bi vî rengî dibêjin. Yanî ev yek, ji bo xapandina gelê Tirk, raya giştî ye. Bila raya giştî bi vê zanibe. Ev 5 roj in heman tiştî dibêjin, heman derewan dikin. Mirovên li vê derê ev 2 roj in av nîne vexwin. We ji ber nebûna vê bimirin. Bila bi vê baş zanibin. Çar aliyên avahiyê tên bombekirin (...) Rojê 20 heta 50 carî bombe dikin. Êdî mirov ji axaftinê, ji vegotina rewşê betiliye. Yanî êdî gotin nema ye em bêjin."
SEROKKOMAR ERDOGAN: DIBE KU NE BIRÎNDAR IN
Piştî rojekê Serokkomar Erdogan dema ji nimêja Înê derket daxuyaniyek da û îdîa kir, ku wan ambûlans şandine. Erdogan got "Ambûlans amade ne. Lê belê birîndaran nînin, dibe ku ne birîndar in."
Piştî vê daxuyaniya Erdogan, Sariyildiz wêneyên ji jêrzemîna hovîtiyê ku gihîştin ber destê wî, tevî navên mirovên birîndar ên li jêrzemînê, li medya civakî weşand. Lê helwesta hikûmetê neguherî, rewşa birîndaran girantir bû.
Hemû hewldanên Parlamenterên HDP'ê yên li Enqereyê bê encam man. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel roja 29'ê Çileyê mesajeke duyemîn ji Sariyildiz re şand. Ev mesaj têra vegotina rewşa li jêrzemîna hovîtiyê dikir: "Ez ê xwe bikujim, êdî naxwazim qîrîna ji bo avê bibihîzim. Bila êdî kes li min negere, ez ê xwe bikujim. Ez dibêjim av heval av. Av heval av av!!!"
YAVÛZEL: EM DI BINÊ XIRBE DE NE XIRBE
Yavûzel herî dawî bi Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş re axivî. Rayedarên hikûmetê jî li vê axaftinê guhdarî kirin. Beştaş ji Yavûzel re got, destûr ji bo ambûlansê hatiye dayîn û got, "Hûn niha amadekariyên xwe bikin, niha destûr dan. Dema em li we geriyan hûnê ji wir derkevin."
Axaftina sêyemîn, bi teqîn, dengê çekan û qîrîn û hawarê qut bû.
Di axaftina çaremîn de Yavûzel got, "Em di binê xirbe de ne. Ez êdî ji we re çawa qalê bikim! Em di binê xirbe de ne xirbe."
Tevî ku têkilî qut bû, heyeta jinan a ji 10 kesan, roja 31'ê Çileyê kevnikekî spî bilind kir û ber bi avahiya birîndar û cenaze lê ne meşiyan. Lê belê jin hatin binçavkirin.
Roja 31'ê Çileyê, ji bo birîndaran rakin nexweşxaneyê, 9 doktor û 4 personelên tenduristiyê yên SES û TTB tevî ajokarekî ambûlansê ji Amedê berê xwe dan Cizîrê. Lê belê li pêşiya Cizîrê hatin sekinandin û nehiştin derbasî navçeyê bibin.
Tevî vê yekê jî Ahmet Davûtoglû di civîna serokên AKP'ê yên bajarn de rabû got, "Xuya ye qet birîndar nîne, ti birîndar neanîn."
Di 12'ê Sibatê de ji jêrzemîna hovîtiyê ya yekemîn a Bostanê 26 cenaze hatin derxistin.
Roja 3'ê Adarê, Serokên ÎHD û TÎHV'ê çûn Cizîrê û li jêrzemînên hovîtiyê lêkolîn kirin. Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku pispora tipa edlî ye, da xuyakirin ku li jêrzemînan hestiyên zarokan hatine dîtin.
SIBE: Li jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn çi qewimî?