Berxwedana YPS'ê ya li Şirnexê

Endama YPS'ê Avdar Çekdar, ku di berxwedana Şirnexê de cih girt, got "Di 13'ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin û berxwedana YPS'ê roj bi roj mezin bû. Gel jî ti carî Şirnex neterikand."

Endama YPS'ê Avdar Çekdar, ku di berxwedana Şirnexê de cih girt, got "Di 13'ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin û berxwedana YPS'ê roj bi roj mezin bû. Gel jî ti carî Şirnex neterikand û di her firsendê de nîşanî dijmin da ku ew xwediyê vê berxwedanê ye."

Çekdar da xuyakirin, ku divê berxwedana Şirnexê were vegotin û destnîşan kir, gelê Şirnexê her tim bi Rêberê xwe, bi PKK'ê re ye û ji ber vê yekê ti carî bêdeng nema.

Avdar Çekdar got, "Di sala 2015'an de berxwedana YPS'ê dest pê kir. Berxwedana li vê derê zêde bû û dewam kir. Berxwedanê ne tenê li Şirnex û Cizîrê, li Sûr, Hezex, Nisêbîn û gelek cihên din jî dest pê kir. Min bi xwe cihê xwe di nava berxwedana Şirnexê de digirt."

Çekdar anî ziman, bûye ku li Kurdistanê ew nikarin bi Kurdîtiya xwe bijîn û got, "Dema ku YPS hat ragihandin, weke komek heval, me yekser biryar dan tevlî bibin. Tevlîbûna li vê berxwedanê ji bo me berpirsyarî û erka dîrokî bû."

'GEL HER TIM BI ME RE BÛ'

Avdar Çekdar wiha dewam kir: "Roja 13'ê Adarê derketina derve hat qedexekrin. Berxwedana gelê Şirnexê û YPS'ê roj bi roj mezin dibû. Gel jî ti carî Şirnex neterikand û di her firsendê de nîşanî dijmin da ku ew xwediyê vê berxwedanê ye. Dijmin di nava 15-20 rojan de timî hawan û obus davêt. Êrîşên dijmin timî zêde dibû. Di nava gel û YPS'ê de jî moraleke mezin hebû. Obus û hawanên dijmin li avahiyan diketin û bi kepçeyan jî avahî xera dikirin. Çalakiyên me yên li dijî vê yekê dewam dikirin."

Çekdar ragihand, hêzên dewletê li ser gir û cihên bilind bi cih bûbûn û bal kişand ser çalakiyên endamên YPS'ê yên li dijî hêzên dewletê: "Wesayîtên kombra, kîrpî yên dijmin dihatin rûxandin. Bêguman piştî her çalakiyê morala me zêde dibû. Di wê demê de dijmin ti carî newêrî ji erdê ve êrîş bike. Timî bi wesayîtan û bi çekên giran lê dida Li gel me jî çekên Kalaşkînov û BKC hebûn. Teknîka dijmin bi deh qatan ji ya me xurtir bû. Mîna ku hemû teknîka xwe ji bo li dijî me bi kar bîne, anîbû.

'JI DIJMIN 80 KUŞTÎ ÇÊBÛN'

Çekdar da xuyakirin, ku piştî şehadeta hevalên wan Zerdeşt û Gever, ku derbên mezin li dijmin dixistin, wan li ser navê wan çalakî pêk anîn û got, "Di wê çalakiyê de 80 kuştiyên dewletê çêbûn. Bêguman dijmin dixwest van hemûyan binixumîne. Me bi çavên xwe dît, ku miriyên xwe yek bi yek dibirin."

Avdar Çekdar anî ziman, ku ew li taxa Cûmhûriyetê li refên pêş bû û got, "Dijmin di destpêkê de êrîşî wê derê dikir. Armanca dijmin ew bû, ku ji taxên jorîn dest pê bike, xwe berde jêr û bi vî rengî dor li me bigire. Taxa herî jor taxa Dîcle bû. Piştre Cûmhûriyet û dûre jî taxa Îsmet dihat. Piştî ku taxa Dîcle ket, heval hatin cem me. Hovîtiya dewleta Tirk mezin bû. Teknîkeke gelekî zêde bi kar danî. Şerekî bê exlaq dimeşand. Tevî vê teknîkê jî bi ser neketin. Hevalan sê mehan şer kirin û piştî ku cebilxaneya wan qediya, neçar man xwe vekişînin."

SERDEMA SITARGEHAN

Çekdar da zanîn, piştî wextekê wan biryar dane bikevin hundirê sitargehan, ji ber ku cebilxaneya wan qediya ye û nexwestine bi saxî bikevin destê dijmin.

Çekdar got, "Eger cebilxaneya me neqediyabûya, me yê hê bêhtir derb li dijmin bixista. Em li sitargehan sekinînin. Wextekê li vir man. Bêguman zehmet bû. Av, xwarin nebû. Gelek caran hewa jî di sitargehan de nedima. Lê belê me ji bo têkoşîna xwe her tişt dabûn pêş çavên xwe. Dibe ku vê gavê cebilxaneya me qediya bû, lê belê têkoşîna me wê dewam bikira. Ji ber vê yekê, ji bo jiyanê em neçar bûn şer bikin. Wextekê dijmin hat heta ser sitargeha me. Ji me hebû ku sitargeha me deşîfre bûye. Me bombeyên xwe amade kir. Eger dijmin me bibîne, me yê biteqanda. Tevî ku bi ronahiyê kontrol kir, em nedît. Gelek caran min digot, dijminê li hemberî me gelekî qels e. Hêza xwe tenê ji teknîkê digire." Çekdar da xuyakirin, ji ber ku nema dikarîbûn li sitargehê bimînin, biryara derketinê dane.

Çekdar diyar kir, ew piştre çûn taxa Aydinlikê, li wir jî sitargeha wan hebû û got, "Em ketin daîreya kazanê ya avahiyekê. Hevalek ji bo xwarinê bîne çû. Hingî me dît ku du hevalan xwe şehîd xistine. Şehîd Cûdî û Şehîd Azad. Me di destpêkê de fêhm nekir, bê çima ev kirine. Dûre dema me sitargeh dît, me fêhm kir ku sitargeh ji bo 11 kesî ye. Tevî van hevalan hejmara hevalan 13 kes e û sitargeh jî tenê ji bo 11 kesî bû. Van her du hevalan, ji bo hevalên wan li derve nemînin xwe feda kirine. Eger li derve bimana dibe ku ketibûna destê dijmin. Lewma bombe bi xwe ve teqandibûn. Vê bûyerê gelekî bandor li min kir. Min yek ji van hevalan nas dikir. Şehîd Cûdî, ciwanekî 20 salî yê ji Şirnexê bû. Dema YPS hat ragihandin, yek ji ciwanên di destpêkê de tevlî bûbû. Bi rastî jî gelekî fedakar bû."

'DIJMIN LI XANIYAN DIREŞAND'

Çekdar da xuyakirin, ku hêzên dewleta Tirk piştî 9 rojan ji taxê derketin û ji derve ve dor li taxê girtin, lewma wan jî biryar dan hêdî hêdî ji sitargehê derkevin. Çekdar ragihand, wan biryar dan bi du koman bi koordîneyî derkevin û got, "Dijmin dihat avahiya nêzî sitargeha me. Malên gel talan dikirin, dişewitandin, xera dikirin. Ji bo gelê Şirnexê li bajêr nejî, her tişt dikirin. ÊVarê dihatin bîra vedixwarin û serxweş dibûn. Em li cihekî kêleka wan bûn, lê haya wan jê tine bû. Dijmin mayîn dixist binê malên gel û diteqand. Piştre jî bi maşînan xera dikir. Tenê li taxekê 8 kepçe dixebitîn.

Bi giştî ez 3 mehan di nava berxwedanê de mam. Ji ber ku min ev hemû dît, xwe bi şens dibînim. Berxwedana Şirnexê derbên giran li dijmin da. Ji dijmin gelek mirî çêbû. Gelek tank, çek û kobra hatin rûxandin. Dibe ku bi qasî ya dijmin teknîka me ya xurt nebû, lê belê vîneke me ya bêhempa, hevrêtiyeke xurt, hêvî û baweriya me hebû. Vê yekê jî hêrs û hesteke xurt a şer li dijî dijmin afirand."

'AZADIYA RÊBERTÎ WÊ BIBE AZADIYA ME'

Di dawiya axaftina xwe de Avdar Çekdar diyar kir, ku ji ber ji bo gelê Şirnexê, ji bo gelê Kurd şer dike û di oxira azadiyê de li ber xwe dide ew gelekî kêfxweş e û bang li tevahiya ciwanên Kurd kir kut evlî vê berxwedanê bibin. Herî dawî jî got, "Azadiya Rêbertî wê bibe azadiya me."