NÛ BÛ

KCK: Em ê hesreta damezirînerên Mehabadê pêk bînin

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê: Em bawer dikin ku em ê hesreta damezerînerê Komara Kurd a Mehabadê bi Îran a Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bînin, li ser vê bingehê em li ber bîranîna wan careke din bi hurmet bejna xwe ditewînin.

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê di 71. salvgera damezîrîna Komara Kurd a Mehabadê de Qazî Mihemmed û hemû şehîd bi hurmet û minet bi bîr anî û baweriya ku ew ê bêrîkirina wan li hemû Kurdistanê pêk bînin careke din destnîşan kir. KCK’ê got: ‘’ Wan beriya bi 71 salî bi mebesta Îran a Demokratîk û Kurdistana Azad komarek ragihandin. Komareke bi vî rengî li gorî dîroka Îranê armanc kiriye ku jiyaneke bi biratiyê bijîn. Lê dûvelingên fîtneya netew-dewletê ya ku kana ji xwe ji modernîteya kapîtalîst wergirtiye, êrîş birine ser vê projeya biratiyê û rêveberên komarê ku nûnerên Kurdan bûn dar ve kirine. Bi vî awayî jî di dîroka Kurdan de birîneke kûr vebûye.’’

 ‘SÎSTEMEKE KU XWE DISPÊRÊ XWERÊVEBERIYA GELAN WÊ ÎRANÊ GEŞ BIKE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser van xalan:

‘’Îro dema wê ye ku ev birîna di mêjûya Îranê de hatiye vekirin were kewandin. Rêya vê jî, di nav çarçoweya demokratîkirinê de, bi jiyana azad û demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê pêk tê. Heke di yasayên Îranê de rastiya Kurd û Kurdistanê hebe, êdî dema wê hatiye ku Kurd û Kurdistan û gelên ku li van deran dijîn xwe bi xwe, xwe rê ve bibin. Bi pêkanîna xwerêveberiya Kurdan, teqez e ku weke di mêjûya de jî heye, wê yekîtiya Îranê xurt û zexm bibe. Sedema ku Îran di mêjûyê de aktorekî siyasî yê xurt bû ew e ku hebûna gelên ku di nav sînorên xwe de û jiyana wan a xweser qebûl kiriye. Îran li gorî mêjûya xwe, ku bibe xwedî sîstema xwerêveberiya gelan, îran wê bi vê qels nebe lê berevajî vê, wê xurt bibe.

Netew dewlet, hişmendiya rêveberiya navendî, netewperweriya hişk ne berhema Rojhilata Navîn, mêjûya Îranê û çanda wê ye. Ev fitneya kapîtalîzmê û fitneya hişmendiya siyasî ye ku li ser vê bingehê xistiye Rojhilata Navîn de. Jixwe piştî ku hişmendiya netew-dewletê, rêveberiya navendî û netewperweriya hişk weke fitneyekê kete Rojhilata Navîn de, Rojhilata Navîn û gel ti caran aram nebûne. Çanda dîrokî û siyasî ya ku Rojhilata Navîn xurt dikir, bi hişmendiya modernîteya kapîtalîst ji holê hatiye rakirin û di nav gelan de ku tevahiya dîrokê bi hev re dijîn, serdema şer daye destpêkirin. Netew-dewlet şer û ji hêzê ketinê bi xwe re tîne. Rêveberiyên xweseriya demokratîk û têkiliyên demokratîk ên di navbera gelan de, hemû gelan xurt dike.

 ‘ÎRAN A DEMOKRATÎK Û KURDISTANA AZAD’

Êdî pêdivî pê heye ku gelên Rojhilata Navîn û hêzên wê yên siyasî li gorî dîroka Rojhilata Navîn modêleke siyasî pêk bînin. Rêber Apo ev weke neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk ji bo hemû gelan û neteweyan ku bikaribin bi hev re bijîn weke çareseriyekê danîye holê. Li Îranê ji bo gel bikaribin bi hev re bijîn, ji bo ku bikaribe ji dîroka xwe hêzê bistîne û hemû arîşeyan çareser bike, girêdayî wê ye ku nêzîkatiyeke siyasî ya bi vî rengî li Îranê û li Rojhilata Navîn pêk were. Qadeke ku projeyeke bi vî rengî rast û bi karîger lê pratîze bibe jî Îran e. Îran bi dîrok û çanda xwe xwedî wê siûdê ye ku projeyeke wiha pêk bîne û pêşengiyê ji tevahiya Rojhilata Navîn re bike. Li ser vê bingehê em careke din baweriya xwe diyar dikin ku dewleta Îranê û Kurd wê modêleke siyasî ya ku xwîşk û biratiya gelan ji xwe re esas digirin bibînin. Tevgera Azadiya Kurd jî ji bo projeyeke wiha pêk were her demê wê alîkar be û hêsantir bike.

Em bawer dikin ku em ê hesreta damezerînerê Komara Kurd a Mehabadê bi Îran a Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bînin, li ser vê bingehê em li ber bîranînawan careke din bi hurmet bejna xwe ditewînin.