NÛ BÛ

Ji hunermedên Mexmûrî û Başûrê Kurdistanê banga Kongreya Netewî

Asayîşa PDK'ê rê neda hunermendên Mexmûrî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya hunermendên Mexmûrî û Başûrê Kurdistanê li dijî şerê birakûjiyê lidar bixin, bibin.

Lê dîsa li ser navê hunermendên Mexmûrî û Başûrê Kurdistan daxuyaniyek hevpar hate dayîn û hate wiha hate gotin: "Ji bo carekî din gelê me rû bi rû yê enfal, jenosîd û Şengalên nû nebe, banga lidarxistina Kongreya Netewî dikin."

3'yê Çileyê Pêşmergeyên Dêrîn û 13'yê Çileyê jî Ciwanên Başûrê Kurdistanê çûbûn Qendîl, li dijî şerê birakujiyê yê ku dewleta Tirk dixwaze bide destpêkirin, daxuyaniyên piştgiriyê dabûn gerîlayan, îro jî hunermendên Başûrê Kurdistanê bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Hunermendên ku ji Mexmûrê rê ketin ku beşdarî daxuyaniya li Kerkûkê bibin, ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li ketina navçeya Dûbiz a Kerkûkê ve hate rawestandin. Hunermendên li vir bi daxuyaniyekê helwesta PDK'ê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li dijî helwest û kiryarên li pêşiya biratiya gelan dibe asteng têkoşîna xwe xurt û bilind bikin.

Li ser astengkirina asayşa PDK'ê ya hunermendên Mexmûrê daxuyaniya ku wê li Kerkûkê di saet 15:00'an de bihatiba lidarxistin, saetekê şûn de destpê kir. Hunermendan bi bîr xistin ku ev helwesta asayîşa PDK'ê li pêşiya yekîtiya netewî dibe asteng.

Hunermenda di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Weke hunermend em li dijî her cure êrîşên çi li ser Qendîl, Şengal û li kû dera Kurdistanê dibe bila bibe, ne." banga li ciwan kir ku di lidarxistina Kongreya Netewî de rol bilîzin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi armaca piştgiriya bi gerîla, şervan û pêşmergeyan re li vir kom bûne." Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Civaka hunermendan ji roja destpêkê heta roja îro di qadên exlaqê mirov û çandê de gelek pêşketin kirin. Ev lêgerîn ji destpêkê ve tê domandin.

Huner, bi taybetmendiyê xwe yê ku neynika civakê ye ji dîrok heta îro xwedî rolekî mezin e. Hunera ku di destê sermayeyê de, bûye yek ji alavekî ku ji xwebûna xwe derketiye.

Hemû êş û azarên gelê Kurd ji roja destpêkê heta niha bi rêya têkoşîna hunerê hatiye vehûnandin, xwebûna civakê parastiye û hatina vê rojê, rolekî girîng ê hunerê heye.

Hunermend weke wijdana gel her tim di refên pêş ên têkoşînê de cih girtiye.

Di dewama daxuyaniyê de hunermendan bal kişand ser van xisûsan: 

"Hunermend bi hunera xwe bandor li wijdana mirovahiyê dike. Em ê li dijî her cure êrîşên çi li ser Qendîl, Şengal, Kerkûrk an li kû dera Kurdistanê be, rawestin. Em hunermend çeka di destê gerîla û pêşmergeyan de weke estrûnmanekî ya mizûk an firçeya wêneyê dinirxînin. Li dijî her êrîşa li ser xak û gelê me divê em di heman kêliyê de bikevin nava tevgerê. Di wê hêvî û baweriyê dene ku hemû hêzên li çar parçeyên Kurdistanê li dorî Kongreya Netewî bibin yek û hêza xwe bikin yek û carekî di li ser vê xakê bi enfal, jenosîde û Şengalê serê gelê me xwar nebe."

Her wiha hûnermenda bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku li dijî vê divê bi teqez yekîtiya netewî bê avakirin. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Bila ev baş bê zanîn kesayeta Rêber Apo mirovatiyê temsîl dike. Em carekî din hêzên ku Rêber Apo dîl girtine şermezar û lenet dikin. Ji bo vê em bang li hemû hunermendên çi li welat an li derveyî welat dikin ku ji bo lidarxistina Kongerya Netewî rol bilîzin. Em yekîtiya netewî xurt bikin ku li dijî hêzên dagirker seknekî xurt bidin nîşandan."