BI DÎMEN

Dijberiya qeyûm a li dijî rengên kesk, sor û zer

Dika aktivîteyê ya Parka Çandê ya navçeya Îpekyûlû ya bi rengê kesk, sor û zer ji aliyê qeyûm ve bi rengê porteqalî hate boyaxkirin.

Parka Çandê ya ku ji aliyê Şaredariya DBP'ê ya Bajarê Mezin a navçeya Îpekyolû ya Wanê ve ji nû ve hate avakirin û di nava parkê de dikek ji bo aktivîteyên Newrozê hatibû çêkirin.

Dika aktivîteyê ji aliyê şaredariyê ve hatibû avakirin û bi rengê kesk, sor û zer hatibû boyaxkirin.

Bi darbeya AKP'ê re, 17'ê Cotmeha 2016'an Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, weke qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hate wezîfedarkirin.

Pişît wezîfedarkirina qeyûm hemû şop û karûbarên şaredariyê hatin jêbirin, Qada Newrozê ya ku her salê bi sed hezar kes kom dibûn bi rengê pirteqalî boyaxkir.

Dika aktivîteyê ya bi rengên kesk, sor û zer bi temamî bi rengê pirteqalî hate boyaxdan.