'Bi serketina Kobanê ya 26'ê Çileyê re em ji nû ve afirîn'

Di nava tevgera Apoyî de mezin bû. Di dema rejîma Baasê de gelekî girtî ma. Cihê xwe di serketina Kobanê de girt. Mahmûd Mûhammed Alî yê 55 salî, qala jiyana xwe ya berxwedanê kir.

Mahmûd Mûhammed Alî yê 55 salî, li navenda Kobanê tevî çar zarokên xwe dijî. Ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna kedê de ye. Ji ber nebûna derfetan, nekarî dibistanê temam bike û li Şamê li cem Ermeniyekî karê elektrîkê dikir, dest bi kar kir. Ji hingî ve bi karê elektrîkê re mijûl e. Lê niha bi dilrehetî dixebite.

Mûhammed Alî piştî ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK9 derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û xwe di nava gel de bi rêxistin kir, tevî malbata xwe têkilî bi vê rêxistinê re danî.

15 SALAN DI ZÎNDANA REJÎMA BAASÊ DE MA

Alî bû hedefa pêkanînên rejîma Baasê û qala wan rojan dike: "Piştî ku 2 salan li cem yê elektrîkê xebitîm, vegeriyam malê. Di sala 1984'an de dema gundî pev çûn, em weke Apoyî îxbar kirin. Bavê min hat girtin. Neh mehan di zîndanê de ma. Piştî ku bavê min ji zîndanê derket, em ji gund çûn. Rejîmê timî zext li me kir. Bavê min li Urdunê, min jî li aliyê Helebê dest bi kar kir. Dema ji bo kar ez ê biçûma Lubnanê, bavê min ji min re got, 'Biçe bajarê Halve. Li wê derê xwe bigihîne Apoyiyan'. Min jî bi ya wî kir. Piştî sal û nîvekê vegeriyam Kobanê. Kobanê gelekî guherî bû. Wêneyên Apoyiyan li her malê hebûn. Hevalan di sala 1990'î de ez şandin aliyê Efrînê. Febrîqeyeke sabûnê ya hevalan hebû. Du salan li wir mam. Dewlet pê hesiya ku hatime Helebê. Ji ber mijara kuştina dozgerekî li Efrînê, dewletê operasyon kir. Bi qasî 45 kes girt. Piştî pênc salan em derxistin pêşberî dadgehê. Bi vî sûcî lêpirsîna min kirin. Min qebûl kir. 15 salan li girtîgehên Şam, Heleb û Adrayê mam. Min sal û nîveke xwe ya dawî jî li Kobanê derbas kir. Dema li zîndanê bûm, bavê min jiyana xwe ji dest da bû. Ji zilma dewletê diya min seqet ma bû. Li zîndana ez lê dimam, hevalên ji çepa Tirk hebûn. Di sala 2007'an de ji zîndanê derketim."

PÎŞEYÊ XWE JI BO ŞOREŞÊ BI KAR TÎNE

Mûhammed Alî piştî ku derdikeve, dizewice û hem xebata ji bo azadiya gelê xwe, hem jî pîşeyê xwe yê elektrîk^didomîne. Piştî sala 2012'an dema destpêkirina şoreşê, pîşeyê xwe ji bo şoreşê bi kar tîne.

Mûhammed Alî ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê bû, da xuyakirin, ku êrîşên destpêkê bi topan çêbû û got, "Sê topên hawanê avêtin. Ez hingî dixebitîm. Li girê Miştenûr bûm. Min tanka DAIŞ'ê dît. Lastîk dişewitandin. Ez bi dûyê wan hesiyam. Di wê demê de balafir li herêmê difiriyan, lê belê lê nedidan. Li Kobanê gelekî kêm mirov ma bûn. Gundiyan gundên xwe terikandibûn. Ez çûm malê, tevî hevjîna min zarokên min li malê bûn. Me ji gel re digot, neçin, lê kesî guhdarî nedikir. Ez jî neçar mam malbata xwe bişînim, lê ez bi xwe neçûm. Ji xwe çûn ti carî neket serê min."

Alî got, "Piştre wî şerê ku vegotina wê nepêkan e, dest pê kir" û wiha dewam kir: "Li bajêr 2 jiyan hebûn. Yek jê şerê ku roj bi roj giran dibû, ya din jî jiyana li pişt eniyê bû." Alî da xuyakirin, ku ew ti carî ji jiyana li pişt eniyê qut nebû, tenê wextekê ji ber birîndarbûna xwe neçar ma derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

'ÇEKA ME YA HERÎ GIRÎNG, MORALÊ ME BÛ'

Alî destnîşan kir, ku sedema herî girîng a vegera wî li Kobanê, hevalên wî yên şer dikirin bû û got, "Ji bo tamîkirina depoyên avê yên hevalan ên li aliyê Kaniya Kurdan, çûbûm. Di wê kêliyê de fîşekek li lingê min ê çepê ket. Ez derbasî Bakur hatim kirin. Piştî tedawiya 15 rojan yekser vegeriyam. Min nexwest, şervanan bi tenê bihêlim. Li vê derê mirov şehîd dibûn, lewma di rewşeke bi vî rengî de mayîna li derve ji bo min bêwijdanî bû. Dema gel direviya, min digot dibe ku kobanê bikeve. Lê belê piştre, dema min şer dît, dema min şervan dît, êdî pê piştrast bûm ku Kobanê nakeve. Hin kes ji derve tevlî şerê Kobanê bûn. Hinek jê li vê derê wext nedît avetê jî vexwe. Hinek gelekî zû şehîd bûn. Ji xwe piştre, beşek ji gel vegeriya."

Mûhammed Alî da xuyakirin, ku di nava şer de çeka wan a herî girîng moralê wan bû û anî ziman, vî moralî Kobanê azad kiriye. Mûhammed Alî got, "Şerê Kaniya Kurdan li ti cihî nehatiye dîtin. Çeteyan herî zêde êrîşî wî alî kirin. Şerê herî dijwar, bexwedan û lehengî li wir hat nîşandan. Pêşveçûn û pêngav ji wir dest pê kir. Dema bajar ket kontrola şervanên azadiyê, me telefonî gel dikir, ku vegerin Kobanê. Her ku heval bi pêş ve diçûn, em jî bi pêş ve diçûn. Her roj ji bo me dibû rojeke hêviyê."

Mûhammed Alî ragihand, bajar xera bûbû, DAIŞ'ê her der xera kiribû û li ser coş û roja serketinê got, "26'ê Çileyê ji bo me ji nû ve afirandin e. Ew roj bi hêsanî nikarin bên vegotin. Gelê Bakurê Kurdistanê gelekî fedakarî kir. Berî 26'ê Çileyê ji xwe piraniya Kobanê hatibû paqijkirin. Di destpêkê de al li Kaniya Kurdan hat çikandin. Piştre me li ser girê Miştenûrê ronahî pê xist û dirûşme qîriğyan."

Mahmûd Mûhammed Alî niha karê xwe yê elektrîkê dewam dike.