Li Riha yê 6 kes hatin girtin
Li Rihayê di 10'ê Çileyê de nêzîkî 50 kesan hatibûn bînçavkirin, bi komî sewqî dadgehê tên kirin. heta niha ji kesên ku hatine sewqkirin 6 kes hatin girtin.
Li Rihayê di 10'ê Çileyê de nêzîkî 50 kesan hatibûn bînçavkirin, bi komî sewqî dadgehê tên kirin. heta niha ji kesên ku hatine sewqkirin 6 kes hatin girtin.
Li Rihayê, xwendekarên Zanîngeha Haranê jî di nav de nêzî 50 kesên di 10'ê Çileyê de hatin binçavkirin, kom bi kom sewqî dadgehê tên kirin.
Li Rihayê çend roj berê ji 19 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, 18 kes hatibûn girtin û îro jî, 8 kes piştî 10 rojên binçavkirinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji kesên sewqî dadagehê hatin kirin Mehmet Ali Taniş, Reşit Oztûrk, Vedat Aydin, Adil Akçababa, Ramazan Bûdûn, , Muslum Kizilkaya bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin û her wiha Veysî Çoban û Sabrî Tûran jî bi şertê konrola edlî hatin berdan.