BI DÎMEN

Divê ciwan û jin ji bo Kongreya Netewî hê aktîvtir rol bilîzin

Di encamnameya konferansê de ku bi mijara "Di Kongreya Netewî de Rola Ciwanan" , hat diyarkirin ku ji bo hê zûtir Kongreya Netewî bê lidarxistin divê jin û ciwan hê aktîvtir rol bilîzin.

Encamnameya konferansa bi mijara "Di Konfgeraya Netewî de Rola Ciwana" hate weşandin. Di encamanameyê de ev tişt hate gotin: "Di demekî de ku metirsî û xeterî li ser destkeftiyên Kurdan hene, weke ciwan ji bo pêşengtiyê ji Kongreya Netewî re bike, em pêwîstî dît ku em kongreyekî bi vî awayî li dar bixin. Di konferansa me de nûnerên ciwanan yên ji sazî û rêxistinên cuda cuda yên ciwanan beşdarî kirin. Di gotûbêjên hatin kirin de hate diyarkirin ji bo lidarxistina Kongreya Netewî divê jin û ciwan hê aktîv û xurt rol bilîzin."

Hinek xalên encamên ku ji konferansê derketin wiha ne: 

"Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerantiya yekîtiya netewî ye.

Weke ciwan her 5 parêznameyên Rêber Apo yên di warê yekîtiya netewî û rêyên çareseriyê weke perspektîf qebûl dikin.

Jin û ciwan weke hêzên pêşeng ên yekitiya netewî qebûl dikin. Ji ber ku yekîtiya netewî ne tenê karê mêr e.

Divê komîsyonek ji ciwan û jinan pêk bê û di nava hêzan de rêya dîyalogê pêş bixe.

Divê komîsyonekî çavdêriyê ku rewşenbîr, akademîsyen, beşên bê alî, jin û ciwanan jî di nav de bê avakirin, di dema xebatên Kongreya Netewî de li dijî kes yan jî saziyên nayê tevlî nabin raya giştî agahdar bikin û helwestên pêwîst raber bikin.

Konferansa me banga lezgîn li kongreya ciwanên netewî dike ku kom bibin û pêşengtiyê ji vê re bike.

Divê ti alî hêzên dagirker weke hêzekê li pêşiya Kongreya Netewî nebîne. Ji ber ku bi teqez hêzên dagirker li dijî lidarxistina Kongreya Netewî ne.

Konferansa me şerê birakujiyê red dike û wê bi her awayî li dijî der bikeve."