Welatiyên Rojavayî daketin qadan: Ji Ocalan re azadî!
Li Tirbêspiyê bi armanca azadiya Ocalan bi sedan kes daketin kolanan.
Li Tirbêspiyê bi armanca azadiya Ocalan bi sedan kes daketin kolanan.
Li Tirbespiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bi sedan welatiyên Tirbespiyê daketin qadan û tecrîda girankirî ya li ser Ocelan şermezar kirin.
Meş ji aliyê Rêxistina TEV-DEM a Tirbespiyê ve hat organîzekirin û bi sedan welatiyên Tirbespiyê daxwaza azadiya Ocelan kirin. Li aliyê din di meşê de pîlanên qirêj yên li ser Şoreşa Rojava û civînên Astanyê jî hatin şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de bi sedan welatiyên herêmê, Endamên Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, saziyên civaka sivîl ên bajêr, herêma Aliya û Sinciq ên girêdayî Tirbespiyê başdar bûn.
Xwepêşandan ji pêşiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol destpê kir û heta navenda bazarê ya bajêr meşiyan.
TECRÎD HATE ŞERMEZARKIRIN, BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN.
Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê TEV-DEM`ê Fesîh Husên, Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm, Kongreya Star Amed Hacî û li ser navê pêkhateya Ereb Husên El-Saêd axivîn.
Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û her wiha civîna li Astana ku nûnerên komên çete beşdar dibîn jî hat şermezar kirin.
Di mitîngê de berxwedana gelê Rojava û Bakûrê Kurdistanê hat silavkirin.