Hevserokên Konseya Rêveber a Sîstema Federal hate hilbijartin
Hevserokên Konseya Rêveber a Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hate hilbijartin.
Hevserokên Konseya Rêveber a Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hate hilbijartin.
Bi armanca hilbijartina hevserokên Desteya Rêveber a Federaliyê, avakirina komîteyên wê, Konseya Rêveber a Sîstema Federliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê civînek lidarxist. Civîn li salona TEV-DEM`ê hate lidarxist. Endamên konseya Rêveber, rewşenbîr û pêkhateyên kantonê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Konesya Rêveber a Sîstema Federliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif axaftin kir û bûyerên siyasî û leşkerî nirxand.
Foza Yûsif di axaftina xwe de salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li şehîdan, li YPG û YPJ`ê û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û got: “Rêveberiya Xweseriya Demokrat di şert û mercên herî zehmet de hate avakirin. Gelên Bakurê Sûriyeyê bi hêzeke mezin piştgirî dan Rêveberiyê. Di heman demê de hêzên paristinê ku Rojava ji hemû êrîşan diparêzin, bûn bingeha serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokrat li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye.“
'ME BINGEHÊ SÎTEMA XWERÊVEBERIYÊ AVA KIR'
Foza, diyar kir ku gelek aliyan li hemberî serkeftina Rêveberiya Xweser li Rojava şer dikirin da ku rêveberî têk biçe û wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bo bingeha serkeftinên ku li Rojava tên bidestxistin û wê bibe bingeha avakirina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê”.
CIVÎNA ASTANA Û PÊNGAVA XEZEBA FIRATÊ
Endama Desteya Rêveber a Sîstema Federaliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, da xuyakirin ku di dema dawiyê de rewşa ku derketiye holê civîna Astana bû û wiha nirxandin kir: “Beriya niha jî me nêrînên xwe têkildarî Astanayê anî bû ziman û em careke din dubare dikin ku civîna Astan ji niha ve binkeftiye. Ji ber ku bi awakî ne demokrat wê were lidarxistin. Dixwazin civîna Astana li şuna civîna Cenêvê çêbikin, lê Cenêv têk çû û wê Astana jî têk biçe.”
Yûsif di derbarê Pêngava Xezeba Firatê de jî ev tişt got: “Hêzên me li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞ`ê û alîgirên wê destkeftiyên mezin di dest dixin. Di pêngava Xezeba Firat a herî dawî de gelek herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin."
Piştî axaftinê, ji aliyê Konseya Rêveber ya Federaliya Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê ve Foza Yûsif û Senherîb Birsûm wekî Hevserokên Konseya Rêveber a Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hatin hilbijartin.
Di civîna Konseya Rêveberiyê de Komîsyona Raghandinê, Komîsyona Şopandina Xebatên Federaliyê û Komîsyona Diplomatîk ên Sîstema Federliya Demokratîk hatin avakirin.