Nûçegihanê DÎHA'yê Kaya hate girtin
Li Tirkiye ya ku ji bo rojnamevana bûye girtîgehekî ser vekirî, rojnamevanekî din jî hate girtin. Nûçegihan DÎHA'yê yê Giyadînê Abdullah Kaya û 7 kesên li gel hatin girtin.
Li Tirkiye ya ku ji bo rojnamevana bûye girtîgehekî ser vekirî, rojnamevanekî din jî hate girtin. Nûçegihan DÎHA'yê yê Giyadînê Abdullah Kaya û 7 kesên li gel hatin girtin.
Li Tirkiye ya ku ji bo rojnamevana bûye girtîgehekî ser vekirî, rojnamevanekî din jî hate girtin.
Nûçegihanê DÎHA'yê ya ku bi BHQ'ê de hate girtin Abdullah Kaya û 7 kesên li gel bi îdîaya "Endamên rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê di serdegirtinên malan û polîsan a 18'ê Çileyê de, nûçegihan DÎHH ya ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hate girtin Abdullah Kaya û 8 kesên li gel hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê û şûn de îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Kaya û 8 kesên li gel piştî îfadeya wan a li edliyeyê hate girtin bi îdîaya "Enamên rêxistina terorê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Kaya û 7 kesên li gel bi heman hincetê hatin girtin.
Navê kesên din ên hatin girtin wiha ne: Hevsrok HDP'ê yê Avkevir Ahmet Kaya, hevserokê berê yê HDP'ê yê Avkevirê Îkram Meşvet, Encumenê AKP'ê yê Avkevir Abidîn Yakar, Medenî Yenîgûn, Yakûp Akkûş, Sertîf Kûrsûn, Abdûrrahman Dûrsûn hatin girtin, Zekî Yeşîl piştî îfadeya li dozgeriyê û şûn de hate berdan.
Kesê bi navê Mehemt Irmak ê ku li Stenbolê di çarçoveya heman dosyayê de îro hate binçavkirin hê jî di bin çavan de ye. Kaya û 7 kesê li gel şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Agiriyê.