EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Bergamo bi dirûşma “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civîn hat lidarxistin
Li bajarê Bergamo yê Îtalyayê bi dirûşmeya “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civînek hat lidarxistin. -
Li Lozanê têkîldarî tecrîdê stand hat vekirin
Li Lozanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hat vekirin û pergala êşkenceya li Îmraliyê hat teşhîr kirin. -
Li Swîsreyê di şahiyên sersalê de berxwedana girtiyan hatin silavkirin
Navendên Civaka Kurd ên Demokratîk ên li Winterthur û Aarau yên Swîsreyê bi boneya sersalê şahî li dar xistin. Di çalakiyan de girtiyên ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin hatin silavkirin. -
Nûnerê MRAP ê NY’ê: Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî rolekî esas e
Nûnerê MRAP ê NY’ê Gîanfranco Fattorînî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê Ocalan azad bibe.” -
KCDK-E’yê Cejna Ezî pîroz kir
KCDK-E’yê Cejna Ezî pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku Cejna Êzî aştî, statu û azadiyê bîne civaka me ya Êzidî û hemû Kurdistaniyan.” -
Li Berlînê li dijî tecrîdê çalakiya konvedanê
Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çakakiya konvedanê hat lidarxistin. -
Li Mannheîmê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya konvedanê hat lidarxistin
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat lidarxistin. -
Lîderê PCF’ê di salvegerên komkujiyên Parîsê de banga seferberiyê kir
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîen Roûssel ji bo salvegerên komkujiyên ku 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê qewimîne, banga seferberiyê kir. -
Li Bellînzonayê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin
Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan li bajarê Bellînzona ya Swîsreyê berdewam kir. -
Zîzek tevlî 'Rojên Xwendinê' bû: Verişîna sîstemê hesteke navxweyî ya bêhempa ye
Fîlozof Zîzek got, "Ocalan got, ji bo afirandina cîhaneke civakî ya nû divê destpêkê sîstema heyî bê verişîn. Qebûlkirina valahiyê, rizgariya ji zexta giran a cîhana heyî. Ev yek hesteke navxweyî ya bêhempa ya metafîzîk a civakî ye." -
Dosyaya Abdullah Ocalan pêşkêşî Keskan hate kirin
Dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî parlamenterên Partiya Keskan a Aargaû hate kirin. -
Koçberên Kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Koçberên Kurd ên li Girtîgeha Koçberan a Xanthî, li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin. -
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê cejna Êzî pîroz kirin
Saziyên civaka Êzidî û gelê Kurd ên li Rûsyayê bi peyameke hevpar Cejna Êzî pîroz kirin. -
Dostê Kurd Beat Jans ji bo Konseya Federal a Swîsreyê hate hilbijartin
Ji siyasetmedarên bi tecrube yê Swîsreyê Beat Jans ku gelê Kurd ji nêz ve nas dike, ji bo Konseya Federal a Swîsreyê hate hilbijartin. Endamê Partiya Sosyalîst Beat Jans wê di dema nû de wezîfeya Wezaretiya Edalet û Polîsan bimeşîne. -
Vîncent Boûlet: Azadiya Ocalan girîng e, divê ev daxwaz were mezinkirin
Ji Çepa Ewropa Vîncent Boûlet diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e û got: “Ev daxwaz ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî girîng e û divê were mezinkirin.” -
Senatorê Partiya Keskan yê Avustralyayî: Divê Abdullah Ocalan azad be
Davîd Shoebrîdgeyê ku Senatorê Partiya Keskan yê Avustralyayê ye, destnîşan kir ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
'Şêx Seîd nirxeke bêhempa ya civaka Kurd e'
Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî heqaretên li dijî nixê gelê Kurd Şêx Seîd tên kirin, da. -
Li Bernê çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’
Kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan ku li ser bingeha felsefeya "Fikrên ku girtîgehan hildiweşînin û Fikir nayên hepiskirin" hat destpêkirin, li bajarê Bernê hate lidarxistin. -
Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
Bi boneya salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. -
KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya li Cenevreyê kir
KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya ku di sêyemîn salvegera Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kir. -
Li Emerîkaya Latîn ‘Rojên Xwendinê' dewam dike
Femînîstên Abya Yala beşên ji pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê ‘Kuştina Mêr’ xwendin, bîranînên zarokatiya Abdullah Ocalan û têkiliya wî ya bi xwezayê re bi beşdariya zarokên dibistanê yên li Meksîkayê hatin vegotin. -
Li Atînayê ji bo pirtûka Abdullah Ocalan stand hat danîn
Ciwanên Kurd li paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Atînayê“ ku wergerî zimanê Yewnanî hatiye kirin, stand danîn. -
Nobeda Azadiyê di hefteya 598'an de bi komeke nû dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 598'an de bi koma ji Brîtanyayê dewam dike. -
Ji bo jinûve avakirina bajarê Dêrikê banga alîkariyê hate kirin
Dostaniya bajarên Friedrichshain-Kreuzberg-Dêrikê, ji bo jinûve avakirina bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê kir, ku bajar di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de zerareke mezin dîtiye. -
Reîmar Heîder: Eleqeya ji bo pirtûkên Abdullah Ocalan zêde dibe
Çalakiyên Roja Pirtûkan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyê dewam dike.