Fabîen Roûssel di peyama xwe ya bi dîmen de, her du komkujî bi bîr xistin û got: “Êşa me hîna zindî ye, em wan ji bîr nakin û em wan silav dikin. Ji 2013’an û vir ve 6 aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin, li navenda Parîsê bûn qurbanê çalakiya terorîst.
Em dixwazin edalet pêk were. Doza têkildarî komkujiya sala 2013’an, rastî astengiya sirê dewletê hat. Em dixwazin ku ev astengî were rakirin. Tevî ku di êrîşa 2022’an de CDK-F bi zanebûn hate hedefgirtin, heta niha ev êrîş weke ‘êrîşa terorîst’ nehatiye pênasekirin. Em dixwazin ku dozgeriya Antî-teror mudaxeleyî bûyerê bike.”
Lîderê PCF’ê wiha dewam kir:
“Têkoşîna maf û edaletê ferz dike ku ev êrîş, yên ferman dane û têkîliyên wan ên navneteweyî bi hemû aliyên xwe ve werin ronîkirin. Nabe ku welatê me bêdeng bimîne û divê dawî li bêcezatiyê were. Lewma ez bang li her kesî dikim ku ji bo van daxwazan 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê bi dengê bilind bînin ziman, tevlî çalakiyan bibin.”
23’Ê KANÛNÊ MEŞA MEZIN
Bi wesîleya salvegera komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an ku di vê komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin, 23’ê Kanûnê meşek mezin tê plankirin. Meş wê 23’ê Kanûnê di saet 11.00’an de ji Gare Dû Nord heta Navenda Çanda Ahmet Kaya were kirin.
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
Fabîen Roûssel got ku ev çalakî wê ji bo daxwazên girtiyên ‘’di zindanên Erdogan de’’ jî bibe deng û banga xwe bi van gotinan bi dawî kir:
‘’Em bang dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî were rakirin û azadiya wan were temînkirin. Azadiya wan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bibe gaveke pir girîng. Em polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê şermezar dikin, em durûtiyê şermezar dikin. Em ji bo pêkanîna mafên demokratîk û mafên mirovan ji Konseya Ewropayê daxwaza çalakiyeke xurt dikin. Dîktatoriya Erdogan li hember gelê Tirk, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê polîtîkaya zext û binçavkirinê dimeşîne. Em li ser navê HEDEP’ê bi hêzên demokratîk ên Kurd û Tirkan re yên li dijî rejîma Erdogan têdikoşin, girîngiya hevgirtinê dubare tînin ziman. Divê tevgera Kurd neyê krîmînalîzekirin. Ji bo gelê Kurd azadî û edalet.”