Dosyaya Abdullah Ocalan pêşkêşî Keskan hate kirin
Dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî parlamenterên Partiya Keskan a Aargaû hate kirin.
Dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî parlamenterên Partiya Keskan a Aargaû hate kirin.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, li seranserê cîhanê kar û xebat didomin.
Endamên Komîteya Pêngava ji Ocalan re Azadî ya Aargaûyê ku Hevserokê Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç a li kantona Aargaû ya Swîsreyê Idrîs Ûzkaş jî di nav de bû, bi parlamenterên kantonê ya Partiya Keskan a Aargaûyê Markûs Dîetschî û Gertrûd Haselî re hevdîtin kirin.
Di hevdîtinê de rewşa Abdullah Ocalan hate ragihandin û dosyaya hatî amadekirin, radestî parlamenteran hate kirin. Hate xwestin ku ji bo rakirina tecrîdê divê Partiya Keskan û Parlamentoya Swîsreyê bi rola xwe rabin.
Parlamenteran diyar kirin ku agahiya wan ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye û destnîşan kirin ku wê hîn bi hestiyartir bin û vê mijarê di nava partiyê de bikin rojev.