Li Bernê çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’

Kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan ku li ser bingeha felsefeya "Fikrên ku girtîgehan hildiweşînin û Fikir nayên hepiskirin" hat destpêkirin, li bajarê Bernê hate lidarxistin.

Kampanyaya Rojên Xwendinê ku di çarçoveya hemleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareserî ji pirsgirêka Kurd re” ku di 10’ê Cotmehê de li çar aliyê cîhanê hatiye destpêkirin, li Polîtîsche Bîblîothekê hat lidarxistin.

Kampanyaya ku di çarçoveya "Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" ku di 10'ê Kanûnê de hat îlankirin, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) ve hate organîzekirin.

Li vir li ser esasî danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema afirandina felsefeya Modernîteya Demokratîk de nivîsandine, civînek pêk hat.

Reîmar Haîder jî beşdarî çalakiyê bû ku wî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine Elmanî.

Heîderî got ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji fîlozoftiyeke cîhanê ye.  

Abdullah Ocalan di serî de ji bo kurdan û hemû gelên cîhanê nêrîn û îdeolojiyeke azadkirina gelên bindest afirand. "Wî karî bibe çareseriya cîhana nû."