KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya li Cenevreyê kir

KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa navendî ya ku di sêyemîn salvegera Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kir.

Banga beşdarbûna çalakiya bi boneya sêyemîn salvegera çalakiya li Cenevre ya Swîsreyê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hat kirin.

Daxuyaniya KCDK-E’yê der barê mijarê de wiha ye:

“Ji bo şermezarkirina tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Apo dimeşîne li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê gelek çalakî û xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Li gelek navendên cîhanê serî li saziyên navneteweyî yên wekî Konseya Ewropa, NY û CPT hatin dayîn.

Dîlgirtina Rêber Apo ya li girava Îmraliyê di sala 2022’yan de sala xwe ya 24’an temam kir. 24 sal in gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî berxwedana xwe didomînin. Ev berxwedan ku mezin dibû, di 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya dostan derbasî qonaxeke navneteweyî bû. Rejîma Tirk a faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka hêzên komploger ên navneteweyî tecrîda xwe didomîne. Rejîma tecrîd û îşkenceyê li Îmraliyê tu hiqûq û rêgezên navneteweyî nas nake.

Li dijî dewleta Tirk a qirker bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi şiyara “Dem dema azadiyê ye” ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin û hîn jî bi biryardarî didome.

Çalakiya rûniştinê ya li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi helwesteke bi biryar didome. Çalakgeran her carê diyar dikin ku ew ê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” peyamên xwe ji raya giştî re ragihînin.

Ji ber ku çalakiya rûniştinê ya Cenevreyê dikeve sala xwe ya 4’an, wê di 13’ê Kanûnê de meşek navendî bê lidarxistin.

Weke KCDK-E em vê çalakiya rûniştinê ya bi biryar a ku di sala xwe ya 4’emîn de ye silav dikin. Bi vê boneyê em bang li Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên derdorê bi taybetî jî Swîsreyê dikin ku ji bo çalakiya navendî ya 13'ê Kanûnê bê lidarxistin, seferber bibin."