Li Lozanê têkîldarî tecrîdê stand hat vekirin

Li Lozanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hat vekirin û pergala êşkenceya li Îmraliyê hat teşhîr kirin.

Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê ve li qada St. Laûrentê stand hat vekirin.

Di tevahiya çalakiyê de têkîldarî pergala êşkenceya li Îmraliyê agahî hatin dayîn.

Ji aliyê aktivîstan danezan û her wiha pirtûkên Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine yên bi zimanê Fransî û Îngilîzî hatin belav kirin.