Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê cejna Êzî pîroz kirin

Saziyên civaka Êzidî û gelê Kurd ên li Rûsyayê bi peyameke hevpar Cejna Êzî pîroz kirin.

Organîzasyona Êzidxanê ya Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a li Rûsyayê bi peaymekê cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Di peyamê de hate gotin, "Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bibe wesîleya azadî û serketinê. Hêvîdarin ku sala bê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan û Şengalê."