'Şêx Seîd nirxeke bêhempa ya civaka Kurd e'

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî heqaretên li dijî nixê gelê Kurd Şêx Seîd tên kirin, da.

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê di daxuyaniyê diyar kir ku di van demên dawî de bi marîfeta qeyûmê AKP û MHP’ê ku tê gotin navê yek ji nirxên civak Kurd Şêx Seîd li kolaneke Amedê kirin operasyonek dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryara qeyûm bi taktîkeke neexlaqî ji bo heqaret li nirxên civaka Kurd bê kirin û bi vî rengî dengan bi dest bixe hatiye kirin û ev tişt hatin gotin: “Hemû hewldan û pirsnameyên ji bo eşkerekirina gorên Şêx Saîd û hevalên wî yên şehîd û naskirina cihên goran bi destê hikûmeta AKP û MHP’ê li parlementoyê hatin redkirin û xefika hikûmetê ji xeynî plansaziyeke xapînok û gemar ne tiştekî din e. Dijminê rast û hov yê Şêx Saîd û gel Kemalîzm û hemû derûdorên wê ne. Divê neyê jibîrkirin ku yên di van 20 salên dawî de bi îstismarkirina navê Îslamê hatin ser desthilatdariyê, tenê ferqa wan ji Kemalîzmê rengê kesk e. Ev operasyonên plansazkirin û feraseta ku li dijî kurdan hatine pêşxistin, ji bo tunekirina kurdan û tunekirina doza Kurdistanê ye. Yên ku neviyên Şêx Saîd bi her cure çek û cebilxaneya teknîkî qetil kirin û bi pozbilindî behsa vê yekê dikin, gelo difikirin ku bi gotina em navê kolanê bi navê rêberê Kurdan Şex Saîd lê dikin, me bixapînin? Ev salox û însiyatîfa desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî me Kurdan û her wiha li civakên ji ol û baweriyên cuda yên li Kurdistan tê wateya heqareteke bêperwa. Tevger û destkeftiyên ku di çerxa Kemalîzmê de mezin bûne, heqaretê li nirx, rêber û şehîdên me dikin. Her çiqas nav û eslê wan ji hev cuda be jî, tûranîst û nîjadperestiya wan yek in, bêguman wê li ber hişmendî û baweriya neteweya kurd hilweşin. Em heqaretên vê pergala ku dijminê dijwar ê li dijî neteweya Kurd e. Em weke bawerî û mezhebên cuda yên Kurdistanê bi têkoşîneke zêdetir van êrîşên bêexlaq ên li ser rêber û nirxên xwe ji holê rakin. Em ê bigihêjin azadiya xwe û bi van êrîşan rewabûna têkoşîna xwe hîn zêdetir bikin. Ev heqaret û nêzîkatiyên bêşerm wê me zêdetir bi doza wan ve girê bide û me leztir bigihîne armancên xwe. Yên ku heqaretê li nirxê me yê mezinî li Kalê Şêx bikin, wê bi çavên xwe vê yekê bibînin û ji kederê bimirin. Kurdistaneke azad wê bê avakirin, gorên Şêx Saîd û hevalên wî, Seyîd Riza, kurê wî û hevalên wî û Seîd-î Kurdî bên dîtin û li ser xaka pîroz a Kurdistanê bên bicihkirin. Bi vî awayî her kesên li van xakan dijîn wê heta hetayê ji vê pergala qirêj û sûc rizgar bibin. Em bang li hemû Kurdan dikin ku li dijî civak, rêxistin û partiyên parçeyek ji vê sîstemê ne têkoşîna xwe mezin bikin. Dema ku em vê pergalê ji axa xwe rakin û bişînin sergoya dîrokê, wê gavê heq cihê xwe bibîne.”