Nobeda Azadiyê di hefteya 598'an de bi komeke nû dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 598'an de bi koma ji Brîtanyayê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 598'an de bi koma ji Brîtanyayê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate destpêkirin, bi komeke nû dewam dike.
Di hefteya 598'an a çalakiya nobedê de komek ji çar kesan a ji Brîtanyayê çalakî dewr wergirt.
Çalakgerên vê hefteyê Zerdeşt Hewramî, Baran Serhat, Îsmet Arîs û Hereş Roûf in.
Di daxuyaniya komê de hate ragihandin ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û hate bibîrxistin ku tecrîd 25 sal in dewam dike û nêzî 3 sal in jî nikarin ti agahiyê werbigirin.
Çalakgerên nobedê gotin, "Em vê qebûl nakin". Berdevkê koma çalakger Zerdeşt Hewramî bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û her kesên ku tevlî pêngavê bûne silav kir.
Hewramî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan bi bîr xist û got, "Rêya Rêber Apo rêya azadiya gelan e. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya mirovahiyê dibînin. Em tecrîdê qebûl nakin."