Reîmar Heîder: Eleqeya ji bo pirtûkên Abdullah Ocalan zêde dibe
Çalakiyên Roja Pirtûkan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyê dewam dike.
Çalakiyên Roja Pirtûkan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyê dewam dike.
Îro li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo çalakiyên "Roja Pirtûkan a Abdullah Ocalan" ku di çarçoveya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de beşên ji pirtûkên paradîgmaya azadiyê yên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine nivîsandin hatin xwendin.
Çalakiya rojên xwendinê ya ku ji aliyê komîteya Însiyatîfê “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat lidarxistin, endama Înîsiyatîfa Freiheit Fur Abdullah Ocalan-Frieden li Kurdistanê û wergêrvana pirtûkan Reîmar Heîder pêşkêşî kir.
Reîmar Heîder ku danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, beşên ji pirtûkên xwe vegot. Heîder anî ziman ku Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û bi mînakan perspektîfên berfireh ên ji pirtûkên ramanên cîhana wî vegot.
Heîder anî ziman ku ew bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadixwaziya Jinê perspektîfeke nû pêşkêşî mirovan dike û got. “Li Ewropayê eleqeya bi pirtûkên Ocalan re zêde dibe. Ocalan ji Rojhilata Navîn li cîhanê dinêre û xwedî nirxandinên cuda ye. Em nikarin wî wek nivîskarekî asayî binirxînin. Analîzek wî ya pir baş heye. Bêguman, ya ku wî cûda dike ev e ku ew tenê analîz nake, pêşniyaran jî pêşkêş dike.”
Heîder piştî pêşkêşiyê pirsên beşdaran bersivandin û diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek kampanya hatin lidarxistin û got ku kampanyaya “Bi Pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin” ku di 10’ê Kanûnê de dest pê kiriye bi wate ye û wiha axivî: “Ji gelek deverên cihanê tevlîbûn hebû. Divê em ji bo demeke dirêj nêzî vê kampanyayê bibin. Divê em van pirtûkan bi berdewamî bixwînin. Ev pirtûk bi piranî ji aliyê Amerîkaya Latîn ve têne xwendin. Ewropî ji jor ve lê dinêre. Di vê xalê de pêşdaraziyek heye. Lê her ku diçe diguhere.”
ÇALAKIYÊN ‘ROJÊN PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN’
Çalakiyên xwendinê yên li Swîsreyê dê di 12’ê Kanûnê de li Zurichê li Neue Hard 12 (Zentralwāscherei) di saet 19.00 de werin lidarxistin; 13’ê Kanûnê li Bernê, li Holligerhof 8 (Politische Bibliothek) saet 18.30; di 14’ê Kanûnê saet di 20:15 de li bajarê Bellinzona li Viale Stazione 33 (Foruma Sînemayê) wê fîlmê Kobanê bê pêşandan.