KCDK-E’yê Cejna Ezî pîroz kir
KCDK-E’yê Cejna Ezî pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku Cejna Êzî aştî, statu û azadiyê bîne civaka me ya Êzidî û hemû Kurdistaniyan.”
KCDK-E’yê Cejna Ezî pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku Cejna Êzî aştî, statu û azadiyê bîne civaka me ya Êzidî û hemû Kurdistaniyan.”
KCDK-E’yê bi boneya Cejna Ezî daxuyaniyek weşand û Cejna Ezî li civaka Êzidî û hemû Kurdistaniyan pîroz kir.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: “Êzidiyatî ku bawerî û çanda herî kevnar û qedîm a erdîngariya Rojhilata Navîn e, di tevahiya dîrokê de rastî sirgûn û komkujiyan hatiye. Di roja me ya îro de gefên li ser bawerî û hebûna netewî û çandî ya Kurdên Êzidî berdewam in. Faşîzma AKP-MHP’ê ya bi zîhniyeta DAÎŞ’ê li dijî civaka me ya Êzidî dijminahiyek mezin dike û ji bo ku bi her hincetê êrîşên xwe yên komkujiyê bidomîne, hemû derfetên xwe seferber dike.
Şengal jî weke parçeyên din ên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, nîjadperest û serokê DAÎŞ’ê Erdogan ve rastî gef û êrîşên komkujî û qirkirinê tê.
Yekane rêya astengkirina komkujiyên nû yên li dijî gelê me yê Êzidî ku ev qas komkujî dîtine, ew e ku bi yekitî û rêxistinbûna xwe ya olî, çandî û neteweyî, naskirin û avakirina statûya Êzidiyan e.
Bi boneya vê cejnê divê hemû sazî, bawerî û raya giştî ya Êzidxanê berpirsyariya yekîtî û rêxistinbûnê bigrin ser milê xwe û bi hembêzkirina Şengalê li her derê berxwedana xwe bilind bikin da ku bi yekitiya Êzidiyan bigihêjin statu û avakirina Şengalê.
Weke KCDK-E em Cejna Êzî li gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn ji gelê me yê Êzidî û hemû gelê Kurdistanê re bibe sedema aştî, statu û azadiyê. Em bang li sazî, bawerî û raya giştî ya gelê xwe yê Êzidî dikin ku ji bo pêkanîna statû û avakirina Şengalê bi berpirsyarî tevbigerin.”