33 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re nadinê û di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.
Hîna niha jî piştgiriyên ji vê kampanyayê re û nerazîbûnên li hemberî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dikin.
Alîkarê Serokatiya Giştî ya Eûropean Left (Çepa Ewropa), Sekreterê Neteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokatiya Şaredariya Herêma 13’emîn a Parîsê Vîncent Boûlet têkildarî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û çar parçeyên din ên Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.
‘KAMPANYAYA AZADIYÊ DIVÊ HÎN ZÊDETIR WERE MEZINKIRIN’
Vîncent Boûlet diyar kir ku kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pir girîng e û bang kir ku ev kampanya hîn zêdetir were mezinkirin. Boûlet wiha got: “Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên din ên ku bi wî re hatine girtin, nûneriya têkoşîna azadiya gelê Kurd dikin. Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de nîşan dide ku rejîma Erdogan li girtîgehên Tirkiyeyê çawa mafên girtiyên siyasî binpê dike. Lewma divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyaya ku 10’ê Cotmehê destpê kirî û em jî piştgiriyê didinê. Divê ev kampanya were firehkirin û bikeve rojeva hikûmetên Ewropayê da ku bersiva daxwaza berdana Abdullah Ocalan bidin û zextê li hikûmeta Tirk bikin.”
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD PIR GIRÎNG E’
Boûlet destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe pêngaveke bê hempa û wiha pêde çû: “Azadiya Ocalan di heman demê de ji bo girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê wê bibe pêngavekî mezin. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e. Ji bo ku di rêya çareseriya siyasî de em mafên neteweyî yên gelên bindest bixin bin ewlehiyê, divê lîderê vê têkoşînê were berdan. Ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn bidome. Em ji bo azadiya wî têkoşînê mezin bikin.”
‘JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIVÊ ZEXT LI HIKÛMETA TIRK WERE KIRIN’
Vîncent Boûlet bêdengiya Ewropa ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rexne kir û got: “Bêdengiya Ewropa, skandalek e. Ji bo ev polîtîka were guhertin, demokrasî pêk were û Abdullah Ocalan were berdan, divê zext li hikûmeta Tirk were kirin. Pir eşkere ye ku Konseya Ewropa jî di nav de lîderên Yekîtiya Ewropayê berjwendiyên xwe yên enerjiyê ji berjewendiyên gel girîngtir dibînin. Ev polîtîka nayê qebûlkirin û rewşeke skandal e.”
‘ERDOGAN JI BO HER KESÊ XETERÎ YE’
Siyasetmedarê Fransî Vîncent Boûlet qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gelê Kurd kir û got: “Êrîşên li ser Rojava sûcê şer e. Divê teqez were şermezarkirin. Rejîma Tirk a ku Erdogan nûneriya wê dike, ji bo ewlehiya herêmê xeteriyeke mezin e û di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyî jî gef e. Dema em kesekî ku bi vî rengî êrîşî Rojava dike, tevlî karên hundir ê Iraqê dibe û piştgiriyê dide dîktatorekî mîna Aliyev dibînin, em dikarin bêjin ku Erdogan ji bo Ewropayê xeter e. Divê em van berçav bigirin û ji bo sekinandina Erdogan zextê pêk bînin.”