Koçberên Kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Koçberên Kurd ên li Girtîgeha Koçberan a Xanthî, li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin.
Koçberên Kurd ên li Girtîgeha Koçberan a Xanthî, li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin.
Li Girtîgeha Koçberan a li bajarê Xanthî yê Yewnanistanê, koçberên Kurd Mehmet Bîlgeç, Mahmût Guler, Gokhan Dogûbey, Welat Kaya, Ramazan Tekmen, Şukru Ozturk û Mûrat Şahîn çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Koçberên Kurd bi armanca ku piştgiriyê bidin girtiyên ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest bi çalakiya greva birîbûnê kirine, ev çalakî dan destpêkirin. Koçberên Kurd têkildarî çalakiyê daxuyanî dan. Koçberan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û destnîşan kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de înkar û îmhaya gelê Kurd tê armanckirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 33 meh in hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re tê astengkirin û wiha hate gotin: “Em di encama faşîzma ku li Kurdistanê zêde bûye de, neçar mane îlîtîcayê Yewnanistanê bikin. Weke koçberên polîtîk ên li Xanthiyê, em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikin û berxwedana girtiyên PKK û PAJK’ê bi rêzdarî silav dikin.”
Koçberên Kurd destnîşan kir ku çalakiya wan wê heta 15’ê Sibata 2024’an weke bidem û dorveger dewam bike.