Li Bergamo bi dirûşma “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civîn hat lidarxistin
Li bajarê Bergamo yê Îtalyayê bi dirûşmeya “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civînek hat lidarxistin.
Li bajarê Bergamo yê Îtalyayê bi dirûşmeya “Şer rawestînin, ji Ocalan re azadî” civînek hat lidarxistin.
Di civînê de ku gelek kes lê amade bûn, endamê Senatoyê yê berê Gîovanna Capellî, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Ezîo Locatellî, parlementerê Filistînî Alî Rashîd û nûnerê Enformasyona Kurdistan a Îtalyayê Serkan Xozatli jî beşdar bûn.
Di axaftinên civînê de banga mezinkirina çalakiyên aştiyê yên ji bo şerê li Kurdistan û Filîstînê didomin, hat kirin. Di civînê de rewşa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin û hate gotin ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çavkaniya çareseriyê ye.
Beşdaran destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê di zûtirîn demê de azad bibe. Di civînê de standa ku pirtûkên Abdullah Ocalan lê cih digirtin, eleqeyeke mezin dît.