Ji bo jinûve avakirina bajarê Dêrikê banga alîkariyê hate kirin

Dostaniya bajarên Friedrichshain-Kreuzberg-Dêrikê, ji bo jinûve avakirina bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê kir, ku bajar di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de zerareke mezin dîtiye.

Komeleya Dostaniya bajarên Friedrichshain-Kreuzberg ê Elmanyayê û Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo jinûve avakirina bajarê Dêrikê dest bi kampanya alîkariyê kir.

Komeleyê li ser mijarê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku ji meha Cotmehê ve artêşa Tirk binesaziya sivîl a li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û bombe dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qadên xizmetguzariya av û enerjiyê, dibistan, qadên petrolê, febrîqe û depoyên qût û berhemên çandiniyê ji vê bombardûmanê zerareke mezin dîtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin di mijara jinûve avakirina binesaziya rûxandî de, bi taybetî jî avakirina dibistanan ji bajarê xwe yê dost re bibin alîkar. Ji ber ku têkoşîna wan a ji boa vakirina civakeke demokratîk divê bê destekkirin. Bi komkirina alîkariya pereyan em dixwazin bibin alîkar."

Li gorî daxuyaniyê, hesabê ku alîkarî jê re bê şandin hate parvekirin:

Städtepartnerschaft Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrik e.V.
IBAN: DE54 4306 0967 1225 6804 00
BIC: GENODEM1GLS, GLS Bank
armanc: „Wiederaufbau“