Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê şahiya sersalê hat lidarxistin. Şahî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê ve li Salona Dawetê ya Qraliyetê hat lidarxistin.
Hunermend Hozan Şemdîn, Hozan Kawa Urmiye, Akin Ogul, Mesut Med, Koroya Zarokan û Koma Muzîkê ya Navenda Çanda Kurd a Winterthur, parlamenterê berê yê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, Hevserokê Giştî yê BDP'ê yê berê Mehmet Aslan û Hevşaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş beşdarî şahiyê bûn.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Îsmaîl Kaya şahiyê de ev tişt anî ziman: "Ez hêvî dikim sala 2024'an bibe saleke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."
Di şahiya ku girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin de Mûsa Farisogûllarî axaftinek kir. Farisogûllari bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û pêngava nû ya ji bo rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin. Farisogullari wiha axivî. "Pêwîste xwedî li pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya ji aliyê dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin, were derketin. Divê em di vê pêngavê de hevalên xwe bi tenê nehêlin. Divê em bi wan re tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin û di sala 2024'an de azadiya fîzîkî pêk bînin."
AARAU
Li Swîsreyê şahiyeke din li kantona Aargau hate lidarxistin. Di şahiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Aarau Mehmet Tûnç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lenzbûrgê hate lidarxistin, bi taybetî jî gelek kes û malbat, bi taybetî yên li kampên penaberan dimînin, beşdar bûn.
LENZBURG
Şahiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li navenda CDK a bajarê Lenzburg ê Swîsreyê hat lidarxistin, kesên li kampên penaberan dimînin hatin vexwendin. Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî di vekirina çalakiyê de axivî û got, "Îsal li her qadê saleke tije têkoşîn bû. Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya Rêber APO, gerîlayên me yên li çiyayan li dijî hemû sûcên şer ên kîmyewî li ber xwe didin û hevalên me yên di zindanan de girtî ne li ber xwe didin. Hem li Ewropa û hem jî li çar parçeyên Kurdistanê rastiya berxwedana gelê me heye. Divê em piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Rêber APO çi digot? Yên ku komunê wan tune ne rêhevalên min in. Divê hemû hevalên me beşdarî meclîs û xebatan bibin. Ez hêvî dikim sala 2024'an bibe sedema azadî û aştiyê."
Beşdaran li ber awazên koma muzîkê ya Meclîsa Mehmet Tûnç govend gerandin.