Li Bellînzonayê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin

Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan li bajarê Bellînzona ya Swîsreyê berdewam kir.

Di çerçoveya danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê hatine nivîsîn, kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan ku hatibû destpê kirin li Swîsreyê berdewam dike.

Kampanyaya ku li ser bingeha felsefeya “Ramanên ku zindanan hildiweşînin” û “Raman nayên sînordarkirin” li sedan navendê cîhanê hatiye destpê kirin, piştî bajarên Cenevre, Basel, Zurîh û Bernê yên Swîsreyê li bajarê Bellînzona dewam kir.

Gelek partiyên siyasî, saziyên şoreşger, rêxistinên sivîl û Kurdistanî jî di nav de bi sedan kes tevlî çalakiya rojên xwendinê ya ku li Salona Sînamayê ya Forûmê hate lidar xistin bûn.

Piştî nîşandana fîlma Kobanê, di çarçoveya çalakiyê de pêşkêşiyek hat kirin.

'DIVÊ XEBAT BÊNAVBER BIDOMIN'

Ankolog û Endamê Şêwirmendiya Parlamentoya Navneteweyî û her wiha Serokê Komeleya Ji Nû ve Avakirina Kobanê Dr. Franco Cavallî, destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û ramanên wî bigihêje tevahiya mirovahiyê, divê bênavber xebat bê meşandin.

Cavallî got, “Misogerkirina azadiya hevrê Ocalan dê ji bo me karê herî sereke û bingehîn be.”

Hate destnîşan kirin ku, ji bo ku gel bigihêje demokrasiyê divê modela jiyana azadîxwaziya jinê û ekolojiyê ku bi felsefeya Abdullah Ocalan re îro li Rojava pêk tê bê berfirekirin.

Çalakî bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan berdewam kir.