Dostê Kurd Beat Jans ji bo Konseya Federal a Swîsreyê hate hilbijartin

Ji siyasetmedarên bi tecrube yê Swîsreyê Beat Jans ku gelê Kurd ji nêz ve nas dike, ji bo Konseya Federal a Swîsreyê hate hilbijartin. Endamê Partiya Sosyalîst Beat Jans wê di dema nû de wezîfeya Wezaretiya Edalet û Polîsan bimeşîne.

Endamê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Beat Jans ku yek ji dostên nêz ê têkoşîna azadiya gelê Kurd e, ji bo Konseya Federal a 7 kesî ya Swîsreyê hate hilbijartin. Serokê Konfederasyona Swîsreyê Alaîn Berset di dawiya vê salê de wezîfeya xwe berda. Siyasetmedar Beat Jans ji Konseya Federal re hate hilbijartin. Beat Jans wê di sala 2024’an de wezîfeya Wezareta Polîs û Edaletê ya Federal a Swîsreyê bimeşîne.

Beat Jans ku 59 salî ye, salên dirêj di asta kanton û federal de siyaset meşand. Jans zarokê malbateke karker e û bi têkoşîna xwe ya sosyalîst ku bi rengekê radîkal dimeşîne, jî tê naskirin. Her wiha weke yek ji piştevanên têkoşîna azadiya gelê Kurd jî tê naskirin.

Konseya Federal ji 7 endaman pêk tê ku her endamek wezîfeya Wezareta Edalet û Polîsan, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastina Sivîl û Parastinê, Wezareta Lêkolîn, Perwerde û Karên Aboriyê, Wezareta Ragihandin, Enerjî û Hawirdorê, Wezareta Maliyeyê dimeşîne. Li gel wezîfeya wezaretiyê her wiha salê carekê endamek dibe Serokê Konseya Federal a Swîsreyê.

Siyasetmedareke din a ji Partiya Sosyalîst Elîsabeth Baûme-Schneîder ku par ji bo Konseya Federal a Swîsreyê hatibû hilbijartin, di sala 2024'an de wê wezîfeya Wezareta Karên Hundir a Swîsreyê bimeşîne.